Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Êrîşa DAIŞ'ê hate şikandin: 14 çete hatin kuştin

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser gundên Minbicê hate şikandin, herî kêm 14 çete hatin kuştin. Çeteyan li gundê Til Hodanê jî 4 sivîl qetilkirin.

Li gorî agahiyên ji Minbicê hatin dayin diyar kirin ku şevê din çeteyên DAIŞ`ê di saet 02.00`an de ji du aliyan ve êrîşe gundê Cib Mexzûm ku li başur-rojava Minbicê û gundê Til Hodan ku li başurê bajarê Minbicê dikeve, kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersivên xurt û berxwedanekî mezin her 2 êrîş şikandin.

Şer heta saetên piştî nîvro dewam kir. Şervanan derbeyên giran li çeteyan xistin û çete neçar bûn ku ji qada şer birevin.

Di encama şer de, herî kêm 14 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin û gelek çeteyên din jî birîndar bûn. Çeteyan, birîndar û cenazeyên xwe ji qada şer revandin.
Çeteyên DAIŞ`ê di êrîşa li ser gundê Til Hodan de sivîl kirin armanca xwe û 2 jê jin û 2 mêr qetilkirin.

Piştî ku êrîşên çeteyan hat şikandin, şervanan li her 2 gundan operasyona paqijkirinê dan destpêkirin. Operasyona paqijkirinê ku heta niha dewam dike, cenazeyên 2 çeteyên DAIŞ`ê ketin destê şervanan.