Êrîşa artêşa Tirk a dagirker li ser Efrînê didome
Artêşa Tirk a dagirker gundê Mele Xelîl û Çeqela Jorîn ên navçeya Şiyê topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Mele Xelîl û Çeqela Jorîn ên navçeya Şiyê topbaran dike.
Artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî Kantona Efrînê zêde kirin. Artêşa dagirker vê carê gundê Mele Xelîl û Çeqela Jorîn ên navçeya Şiyê topbaran dike.
Artêşa dagirker di van kêliyan de gundê Çeqela Jorîn û Mela Xelîl topbaran dike. Her wiha topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Ferferke, Qere Baba û Meydan Ekbes ên navçeya Raco didome.
Şervanên YPG/YPJ`ê jî bersivê didin û tê gotin ku li navçeya Şiyê û Raco kuştî û birîndarên artêşa Tirk a dagirker hene.