Eren: AKP'ê civaka Tirk gemarî kiriye

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Eren destnîşan kir ku AKP'ê ûcdan û exlaqa mirovên Tirk gemarî kiriye û got, civaka Tirk xistiye nava gunehan, qirêjî û kirêtiyê.

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren diyar kir, dewleta Tirk a ku piştî parçebûn û belavbûna Osmanî ava bû, nekarî xwe li jidestdana parçeyên din ên Kurdistanê û qada Rojhilata Navîn rabigire û got, "Neteweperestên laîk Kemalîst dibêjin, 'Dema ku Osmanî ji hev ket û belav bû, dema ku Tirkîtî tine dibû û tiştek di destê me de nedima, me li Anatoliyê komarek ava kir' û bi vî yekê pesnê xwe didin. Dewleta nû divê tiştekî li vê zêde bike. Di bingeha vê dewletê de ku Îslamê bi xurtî bi kar tîne, jinûve fethkirina xaka Misilmanan heye. Dixwaze bi rêya leşkerî dagir bike û bi 'hêza nerm' jî bandorê lê bike."

Eren destnîşan kir, tişta ku bi rêya DAÎŞ'ê hate ceribandin, dagirkeriya leşkerî bû û wiha dewam kir: "Ev yek polîtîkayeke bi taybetî li ser herêma Ereban bû. Ji ber ku, eger Sûriye bihata xistin wê xwe nêzî sînorê Lubnan û Urdunê bikira û bi vî rengî bandor li tevahiya cografya Ereban bikira. Ev xet niha têk çûye. Lê belê dest ji dagirkirina cografya Kurdistanê bernedane. Lewma, Rojavayê Kurdistanê û hêzên azadiyê ji xwe re dikin bahane , timî gefê lê dixwin û weke devereke li derveyî Sûriyeyê nîşan dide. Ji ber ku dixwaze dagir bike."

AKP'Ê ÛCDAN Û EXLAQA MIROVÊN TIRK GEMARÎ KIRIYE

Di dewama hevpeyvînê de Eren bal kişand ser bandora AKP'ê ya li ser civaka Tirk û wiha pê daket: "Serdestên Tirk, kevneşopiya dewletê, serdema Kemalîstan xisareke mezin li civaka Tirkiyeyê kirin. Lê evî vê yekê, zêdeyî nîvê Tirkiyeyê nebû xwe ji qirêjiyê parast û nebû hevparê hemû sûcên dewletê. Bi AKP'ê re tişta ku mirov ji bo civaka Tirkiyeyê karibe bêje ev e: AKP'ê ûcdan û exlaqa mirovên Tirk gemarî kir. AKP'ê ji Kemalîstên laîk bêhtir civaka Tirk xiste nava gunehan, nava qirêjî û kirêtiyê. Ji Kemalîstan bêhtir Tirk xist nava rewşa gelekî bê bikaranîn. Lewma divê civaka Tirk, bi taybetî rewşenbîrên Tirk vê yekê bi awayekî cidî binirxînin. Ûcdanê civaka Tirk hate kirêtkirin. Ev ne tiştekî welê ye ku ji bo gelekî karibe bi hêsanî were gotin an jî were kirin. Ev yek li Elmanyayê li dijî Yahûdiyan hate ceribandin, li Îtalyayê hate ceribandin, li Japonyayê hate ceribandin, Japonan li dijî gelê Çînê û gelên din ên wê herêmê ve hate kirin. Ji sedsala dawî tê fêhmkirin ku dema ûcdanê civakekê gemarî bibe wê ber bi ku ve biçe. Ev yek rewşeke cidî ye."

'ÎSLAMA DEMOKRATÎK HEWLDANA JI BO PAQIJKIRINA CIVAKÊ YE'

Ji bo pirsa "Li dijî Îslam desthilatdariyê we Îslama demokratîk destnîşan kirine. Hûn dikarin xalên bingehîn ên vê yekê rave bikin?" Eren ev bersiv da:

"Bi Îslama demomkratîk re îdîaya me ew e ku li ser bingeha exlaqê em Îslamê, hemû ol û baweriyan pêşkêşî civakê bikin, ji nû ve bidin civakê. Me got ku AKP'ê cewhera civaka Tirk, ûcdan gemarî kiriye. Îslama demokratîk hewldana ji bo paqijkirina civakê ye. Feraseta sererastikrina ûcdan û exlaqê li ser bingeha komunal e. Îdîaya Îslamê edalet e, wekhevî ye, mafdarî ye, parvekirin e. Îslam dixwaze sîstemeke bi vî rengî ya civakî ava bibe. Lewma Îslama demokratîk vê yekê ji civakê re dibêje; Bibin Misilmanên welê ku em bi hev re bi xwişk û biratî bijîn. Eger pariyek nanê me hebe em parve bikin. Eger dewlemendiyên me yên mezin hebin, em li hev payê bikin. Ji aliyê siyasî û rêveberiyê ve bila rêveberiyên me adîl bin, bila ne zalim bin. Em dengê xwe bidin mirovên bi vî rengî. Em destekê bidin mirovên wiha ku bibin rêveber. Îslama demokratîk dijberê Îslama desthilatdariyê ye. Ji aliyê exlaqî û polîtîk ve wiha ye. Bi rêya mînakekê dixwazim bêjim, ku Misilman jî gelekî paş bê zanin: Îslama demokratîk a Hz. Huseyîn e, Îslama desthilatdariyê jî ya Yezîd Bîn Mûaviye ye."