'Erdogan, ji bo ku ji xwe re bike şahidê sexte, PDK'ê dibe DYA'

Çavdêrê siyasî Hamîd, li ser serdana heman demê ya Erdogan û Mesrûr Barzanî ya li DYA axivî û got, "Ji bo jê re bibe şahidekî sexte, Erdogan kurê Barzanî bi xwe re dibe."

Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd, li ser serdana hevdemî ya Serokkomare Tirk Tayyîp Erdogan û berpirsyarê îstîxbarata PDK'ê Mesrûr Barzanî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û gefa 'Di destê min de lîst heye' ya Erdogan, ji ANF'ê re axivî. Hamîd ku Başûrê Kurdistanê û gelemperiya Rojhilata Navîn ji nêz ve dişopîne, tevlîkirina Barzanî li serdana DYA şiband rewşa Hasan Hayrî Beg ê Kurd, ku di dema hevdîtinên Lozanê de kincên Kurdî li wî kiribûn, bi vî rengî xistibûn meclîsê û piştre jî ew îdam kiribûn. Hamîd der barê gefa 'Ez ê bi belgeyan pêşkêşî Trûmp bikim ku YPG û PKK weke hev in' ya Erdogan de got, "Beriya ku Erdogan were, DYA dizane ku Erdogan li malê çend kevçî xwarin xwariye."

'ÊDÎ NIKARIN TÊKILIYA XWE VEŞÊRIN'

Hamîd destnîşan kir ku haya DYA bi temamî ji têkiliyên navbera Erdogan û DAIŞ'ê heye û wiha dewam kir: "Parlamenterekî CHP'yî, di sala 2015'an de hevpeyvîneke xwe di çapemeniya Tirkan de hebû. Vî parlametnerî gotibû, îstîxbarata DYA'yê li Serokkomarê wê demê Erdogan, Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû jî di nav de li 500 kesî guhdarî kiriye. Digot ku li asta jêrîn jî li 10 hezar kesî guhdarî kiriye. DYA bi her tiştê Erdogan dizane. Dizane ku xelîfeyê DAIŞ'ê Ebûbekir Bagdadî nîne, xelîfeyê DAIŞ'ê ew e. Tenê dokûmanên li Minbic û Tebqayê bi dest ketin, têra îspatkirin yekbûna AKP û DAIŞ'ê dikin. Êdî nikare desteka dide DAIŞ'ê, El Nûsra, Ehrar El Şam û rêxistinên din ên çete veşêre."

'JÊ HEYE KU NIZANIN BÊ KÎ ÇI DIKE...'

Hamîd, argumanên ku Erdogan di hevîtina rû bi rû ya 16'ê Gulanê ya bi Serokê DYA Donald Trûmp de nîşan bide, nirxand û anî ziman ku Erdogan ji neçaretiyê serî li argumanên sivik dide. Hamîd got, "Di vê hevdîtinê de rojeva serke ya Erdogan wê daxwaza sekinandina dayîna çekên ji bo YPG'ê lbe. Di vir de jî wê weke arguman, îdîa bike ku YPG, PYD û PKK yek in. Dibêje ku di çenteyê wî de hin belge hene. Xuya ye wê di bîreke dijîtal de wê çend dîmen û wêne hebin. Yê gelekî daxive, gelekî şaşitiyan jî dike. Mînak; Erdogan jî gelekî axivî, gelekî şaşitî kir. Jê heye ku îstixbarata DYA nizane bê kî çi dike... Erdogan ji bêçaretiyê nizane wê çi bike, lewma serî li rê û rêbazên bi vî rengî dide."

'JI BO PDK'Ê JI XWE RE BIKE ŞAHIDÊ SEXTE, BI XWE RE DIBE'

Li ser serdana heyeta PDK'ê ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî, ku di heman dema Erdogan de wê li DYA be, Hamîd ev pirs kir: "Gelo ev rasthatineke ya jî planek e?" Hamîd wiha dewam kir: "Di vê navberê de kurê mezin ê serokê PDK'ê Mesûd Barzanî jî wê di heman dema Erdogan de li Washîngtonê be. Dibêjin ku Mesrûr Barzanî wê li Washîngtonê beşdarî semînerekê bibe. Lê Kurd hemû jî dizanin, ku Erdogan ji bo bêje 'Binêre, ez ne li dijî Kurda me. Ez piştgiriyê didim Kurdên li Başûrê Kurdistanê' Mesrûr Barzanî tevlî serdana xwe kiriye. Erdogan, ji bo ku weke şahid nîşan bide ku ne li dijî Kurdan e, Mesrûr Barzanî û yên pê re bi xwe re dibe."

ŞIBAND REWŞA HASAN HAYRÎ BEG

Hamîd destnîşan kir, ku PDK'yî ji bo 'şahidiya sexte' ji Erdogan re bikin diçin Washîngtonê û ev xala dîrokî bibîr xist: "Dewleta Tirk gelekî baş dizane ku Kurdan weke şahidê sexte nîşan bide. Di dema hevdîtinên Lozanê de, li ser daxwaza Ataturk, kincê Kurdî li mebûsê Dersîmê Hasan Hayrî Beg kirin, ew bi vî rengî birin Meclîsê. Hasan Hayrî Beg bi vî awayî telgrafek piştgiriyê ji Tirkên li Lozanê re şand. Lê belê di sala 1925'an de ew îdam kirin. Hasan Hayrî Beg ji bo balê bikişîne ser rewşa dewleta Tirk ku bawerî pê nabe gotibû, 'Gora min li kêleka rêyekê çêbikin, ji bo mirovên tê re derbas bibin tif bikin'. Ya ku îro tê kirin jî ne kêmî ya wê çaxê ye."

Hamîd bal kişand ser şaşitiyên Erdogan û diyar kir, ku PDK weke fîguranekî di vê lîstikê de hatiye bicihkirin. Hamîd got, "Ya rast, Erdogan bi birina PDK'ê bi xwe re jî şaşitiyek emezin dike. Mîna ku kes pê nizane ku DAIŞ û PDK bi Erdogan ve girêdayî ne... DYA di nava hikumeta Tirk de guh dide çend kesan, li Başûr jî guh dide ewqas kesan. Dizane bê kî kî ye. Berî Erdogan were, DYA dizane ku çiqas xwarin xwariye û tê."