Mexdûrên erdhejê vê carê ji VEDAŞ'ê derb xwarin

Birîna mexdûrên erdheja Elbakê ku 10 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, hîn nehatiye pêçandin. Di vê serdema vîrûsa koronayê de VEDAŞ'ê jimêrka elektrîkê li konteynirên erdhejzêdeyan bi cih kir.

Meha Sibatê li ser sînorê Tirkiye û Îranê bi dijwariya 5.9 pileyî erdhejek pêk hatibû û li Elbakê 10 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, bi sedan kes jî mexdûr bûbûn. Li taxên Ozpinar, Gelenler, Guvendîk û Kaşkol ên Elbakê ku erdhejê xisar li wan kir, pirsgirêk hîn jî dewam dike. Li gel van pirsgirêkan Şîrketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Gola Wanê (VEDAŞ) jimark li dîrekên elektrîkê yên li ber konteynirên mexdûran bi cih kir. Mexdûrên erdhejê yên li konteyniran dimînin wê ji neçarî fatûreya elektrîkê ji bêrîka xwe bidin.

Mexdûrekî erdhejê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, qala zor û zehmetiyan kir: "Ji xwe bi erdhejê re em mexdûr bûn. Mala me hilweşiya, heywanên me telef bûn. Ji erdhejê û vir ve em di binê kon de dimînin. Hewa sar bû, me ji neçarî îdare kir. Niha jî konteynir hatine danîn. Em ê êdî li wir bimînin. Lê belê tevî vê mexdûriyeta me, VEDAŞ'ê jimarka elektrîkê li konteynirên me bi cih kir.

Di vê dema vîrûsa koronayê de ku bi sedan fîrma fatûreya elektrîkê nabirin, tîmên VEDAŞ'Aê hatin û jimark li dîrekên li ber konteyniran bi cih kir. Qaşo wê AFAD ev fatûre dabûya. Niha gelek malbat ji ber fikara ji fatûreya zêde ya elektrîkê wê nikaribin li konteyniran bimînin. Ji ber ku rewşa hewayê nebaş e, yên ku li konteyniran dimînin jî wê neçar bimînin ku sobeyê vê xistin. Em ji rayedaran dixwazin ku tavilê van jimarkên elektrîkê rakin."