Eniya Tirkmen li Kerkûk malên Kurdan dagir û talan dikin

Çeteyên Eniya Tirkmen û Heşdî Tirmen ên girêdayî Eniya Tirkmen in li Kerkûkê 150 malên Kurdan ên li bajar dagir û talan dikin, li şûna wan jî Tirkmenên Tilehfer û Dûz bi cih dikin.

Bi hezaran welatiyên Kurd ên ji ber êrîşên rejîma Sedam Huseyîn koçber bibiûn, piştî hilweşandina rejîma Baasê vegerabûn Kerkûkê, carekî din ji ber dagirkeriya 16’ê Cotmehê ya Heşdî Şebî û artêşa Iraqê ya li ser herêmên nakok koçber bibûn.

150 malbat ên ku serdana waliyê demê û meclîsê kiribûn li taxên Maesker Xalid tê zanin bi cih bibûn. Malbat piştî ku belgeya nav û îmzeya hemû endamên emclîs û waliyê Kerkûkê li ser girtin û şûnde li taxa Maesker Xalid bicih bûn.

150 malbatên ku li Maesker Xalidê bi cih bibûn heta bûyerên 16’ê Cotmehê û dagirkirina Kerkûkê ya ji aliyê artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ve li vê herêmê dijiyan. Malbat ji ber êrîş û zextên demê neçar man ku malê xwe bihêlin, derbasî Qerehinar, Çîmen, Nawaşiwan, Tekeye, Çemçemalê bûn.

Vê carê jî Eniya Tirkmen û Heşdî Tirkmen ên ji aliyê Tirkan ve hatî perwerdekirin li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê 150 malên Kurd dagirkirin û ji cih û warên wan kirin.

Malbatên ku ji ber dagirkeriya Eniya Tirkmen û Heşdî Tirkmen koçber û malên wan hatin dagirkirin û zilma li wan kirî ji ANF’ê re vegotin.

KURDAN JI MALÊN WAN DERDIXIN Û DEST DANIN SER MALÊN WAN

Di derbarê vê mijarê de endamê Encûmena Bilind a Koçberan Hawkar Tîjey ê ku mala wî jî ji aliyê komên Heşdî Şebî ya eniya Tirkmen ve hatibû dagirkirin bal kişand ser koçberiya li herêmê û got: “Dema rejîma Baasê ev malbatên hejar ên ku ji Kerkûkê koçî bajarên din ên Silêmanî, Hewlêr, Dihok û navçeyên din bicih bûbûn, di demê hilweşandina rejîma Baasê de vegeriyan Kerkûkê. Wê demê li ser biryara encûmena parêzgeha Kerkûkê di bin çavdêriya Sefaretxaneya Amerîka û Brîtanyayê em li taxên Xalid û Feyleq bi cih bûne. Li ser wê biryarê 150 malên ku li taxên Xalîd sala 2003’an hatibû bicihkirin piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ji aliyê komên çeteyên Heşdî Şehbî, Eniya Tirkme û Heşdî Tirkmen ve ev 150 mal ji malên wan hatin derxistin û dest danîn ser mal û milkên wan.”

LI MALÊN KURDAN TIRKMEN TÊN BI CIHKIRIN

Tîjey destnîşan kir ku li cihên malên Kurdan malên Tirkmenên ji Tilehfer, Duz û Daqûqê anîn bicih dike û got: “Kurd li ser xaka xwe dîsa tên koçberkirin û li bajarokên Çemçemal, Teq teq, Teky û Nawşiwan û li deverên derdor li nava kirêyan de dijîn. Demê rejîma Baasê ji ber siyaseta tehrîb ji Kerkûk hatibûn derxistin, îro jî ji ber siyaseta Tirkkirinê ji bajarê xwe koçber dibin.

BI LÊDAN, ÊŞKENCE Û ZORÊ…

Yek ji welatiyên ku ji aliyê komên çeteyên Tirkmen ve ji malê hatî derkirin Ezîz Abdullah e. Abdullah diyar kir ku dema komên çeteyên girêdayî Eniya Tirkmen 16’ê Cohmeta 2017’an herêmê dagir kiri, gotin ku Heşdî Şebî Tirkmen ji malên wan kirine der. Lê piştî du rojan dema ez çûm mal min dît ku 3 wesayîtên leşkerî tije çeteyên eniya Heşdî Tirkmen hatin bi lêdan û êşkencê û zorê em ji malên me derxistin.”

DESTDANÎN SER MAL Û AMÛRÊN MALÊ DIDIZÎN

Hîwa Abdullah jî yek ji wan malbatên ku bi zorê ji malê wan kirine der e û li bajarokê Tekeye ya girêdayî bajarê Silmaniyê bi cih bûye. Hîwa Abdullah ê di nava xaniyên kirê de dijî got: “Komên çeteyên girêdayî Eniya Heşdî Tirkmen em ji mala me derxistin û rê nedan ku em tiştekî nava malê bigirin. Hemû amûrên li nava malê bihayê nêzî 10 milyon dînarê Iraqî ye, hemû ji aliyê çeteyên heşîd Tirkmen ve hatin desteserkirin û talankirin.”