Eniya Nîştîman wê li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyan lidar bixe
Eniya Nîştîman bang li welatiyan kir her kes li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê derkeve. Eniyê anî ziman ku wê di demeke kurt de dest bi çalakiyan bikin.
Eniya Nîştîman bang li welatiyan kir her kes li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê derkeve. Eniyê anî ziman ku wê di demeke kurt de dest bi çalakiyan bikin.
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê didomîne. Li hemberî nerazîbûn û berteka gel jî, hikûmet û rayedarên Herêma Kurdistanê bêdeng in. Gelê Herêmê ji ber vê helwestê bi bertek nîşanî rayedarên başûrî didin. Ji bo vê 24’ê Tîrmehê mamoste, rojnameger, pêşengên olî û pêkhateyên cûda yên navçeya Kelar a herêma Germiyan ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Eniya Nîştimanî ya li dijî dagirkeiryê ragihandin.
Di derbarê mijarê de endamê Eniya niştimanî Cûma Kerîm ji Rojnewsê re axivî û da zanîn ku ji bo li dijî dagirkeriya li dijî Kurdistana Başûr pêk bê, ev enî pêk anîne. Armanca wê jî ew e ku gelên kurdistanê ku raya giştî di derbarê êrîşên dagirkeriyê de agahdar û bihîstiyar bike.
Kerîmî bêdengiya rayedarên hikumeta herêma kurdistanê jî rexne kir û got, “Partiyên siyasî û Hikûmet hê jî nebûne bersivek bi hêz a li hemberî dijmin, yekane hêza bersivdayîna dagirkeran hêza civakê ye. Ji bo wê armanca me ya serek a Eniya Nîştimanî parastina Başûrê Kurdistanê ye.”
Herî dawî eniyê ragihand ku taybet wê navçeya Kelar li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dest bi çalakiyan bikin.