Endamên HDK’ê yên Balikesîrê çûn serdana malbata Şenyaşar

Meclîsa Bajêr a HDK’ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) ya Balikesîrê çûn serdana malbata Şenyaşar.

Emîne Şenyaşar a ku li Sirûca Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû di 9’ê Adarê de li pêşiya dadgeha Rihayê dest bi nobeta edaletê kiribû. Serdanên ji bo piştgiriya nobeta edaletê jî didome.

Meclîsa Bajêr a HDK’ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) ya Balikesîrê jî çûn serdana malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe didomîne. Malbatê heyet bi dovîzên ‘Em bi tenê edaletê dixwazin, ji bo hemû kesan edalet’ pêşwazî kir.

Endamê Desteya Rêveber a Balikesîrê ya HDK’ê Mehmet Çelîkten di serdanê de got “Helwesta malbatê ya li hemberî bêedaletiyê bû sedem ku, welatiyên li rojavayê Tirkiyeyê bala xwe bidin vir. Em dixwazin bêedaletî bi dawî bibe. Ne bi tenê HDK û HDP, hemû kesên xwedî wijdan ên li rojavayê Tirkiyeyê dixwazin ev bêedaletî bi dawî bibe. Em piştgiriyê didin berxwedana malbata Şenyaşar.”

Piştî axaftinan heyetê bi malbatê re nobet girt.