Endamê Meclîsa Şaredariya Baglarê Kûzû hate girtin

Endamê Meclîsa Şaredariya Baglarê Veysî Kûzû yê ku duh di operasyonên qirkirina siyasî de li Amedê hatibû destgîrkirin, îro hate girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Komeleya Jina ya Rosayê de lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 18 kes hatibûn destgîrkirin.

Dozgeriyê aktivîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn, Endama Avakar a Komeleya Jina ya Rosayê Ayla Akat Ata, Endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û Nazîre Tûrsûn bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan û 14 kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Dadgeha Cezayê Sulhê endamê Meclîsa Şaredariya Baglarê Huseyîn Harman bi şertê kontrola edlî serbest berda û endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Veysî Kûzû jî girt.

Kesên niha li dadgehê ne ev in: “Seroka Komeleya Jina ya Rosayê Adalet Kaya, endama avakar Narîn Gezgor û rêvebira komeleyê Fatma Gultekîn, aktivîstên TJA'yê Gulcîhan Şîmşek, Hevserokê Giştî yê DBP'ê yê berê Mehmet Arslan, Endama Desteya Rêvebir a HDP'ê Ozlem Gunduz, Hevseroka HDP'a Yenîşehîrê Remziye Sizici, Endama Meclîsa Şaredariya Rezanê Gonul Aslan, Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevîm Coşkûn, Endamê HDP'ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarê kurd Celal Yoldaş, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran."