Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Karasû: Kavilkirina bajaran înfaza mêtingeriyê ye!
Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mûstafa Karasû li ser kavilkirina bajaran got, “Kavilkirina bajaran, tê wateya têkçûna mêtingeriyê. Ku pergaleke mêtinger bajaran kavil bike, ev tê vê wateyê; êdî li wir hegemonyaya serweriya wê nemaye.”
ROJBÎN DENÎZ / BERFÎN BAGDÛ
BEHDÎNAN/ANF
şemî, 7 rêbendanê 2017, 07:01
Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mûstafa Karasû li ser kavilkirina bajarên ku Berxwedana Xwerêveberiyê lê hatin ragihandin diyar kir ku divê tenê bi hilweşandina malên li qadên Berxwedana Xwerêveberiyê, li kavilkirin û şewitandina bajaran mirov berxwedanê nenirxîne û got, “ kavilkirina bajaran tê wateya têkçûna mêtingeriyê.”
Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mûstafa Karasû li ser girîngiya Berxwedana Xwerêberiyê got, “Divê bi teqezî baweriya xwe pê bînin ku azweriya wan a azadiyê û giyanê wan ê Kurdistanê azad bike. Ji bo vê jî wan nirxên giranbiha li dîroka me ya azadiyê zêde kirine. Dijmin êrîş bire ser wan lê vîneke wiha ya azadiyê dît ku ev vîna derketî holê, hate wateya ku dijmin têk biçe.”
‘EW MEZINTIRÎN LEHENGÊN DÎROKA KURDISTANÊ NE’
Karasû wiha berdewamî da axaftina xwe:
“Salek di ser Berxwedana Xwerêveberiyê re çû. Ez şehîdên Xwerêveberiyê bi minet û hurmet bi bîr tînim. Ew mezintirîn lehengên dîroka Kurdistanê ne. Di dîroka Kurdistanê de bûne hevrêyên mînak di asta lehendiyê de. Ez bi dilekî rehet dikarim vê bibêjim; berxwedan û têkoşîna wan, bûne mîsogeriya jiyana azad û demoratîk. Heke zarokên civakekê ev çend mêrxas û jinxas bin, ev çend fedekar bin, li dijî qirkirinê û mêtingeriyê ev çend berxwedêr bin, asteke berxwedanê ya ev çend berz nîşan dabin, ne pêkan e ku ew gel were têkbirin û ji azadiyê were bêrîkirin. Ji bo vê jî wan pîvanên ku me bigîhînin azadiyê diyar kirine.
Çawa ku di van 30 salên dawî de di serketina têkoşîna me ya azadiyê de, pîvanên berxwedanê yên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û helwesta wan diyarker bûne, di serketina gerîlayan de çawa tevgera me ya azadiyê bi ser biketibe, çawa ku berxwedana wan pêşengî ji berxwedana gel re kiribe, çawa ku hemû destketin bi hîsa wan, bi pîvana wan a berxwedanê, bi şêwaza wan pêk anîbe, di salên pêş me de jî, em ê bi azweriya azadiyê ya vê berxwedana xwerêveberiyê, bi vî giyanê têkoşînê yê ku bi asta azadiyê afirandine em ê bi ser bikevin. Ji bo vê jî em bi teqezî wan weke mîsogeriya têkoşîna azadiya xwe dibînin. Ji bo vê jî divê gelê me wiha binere û van hevrêyên me ji xwe re mînak bigire. Divê bi teqezî baweriya xwe pê bînin ku azweriya wan a azadiyê û giyanê wan ê Kurdistanê azad bike. Ji bo vê jî wan nirxên giranbiha li dîroka me ya azadiyê zêde kirine. Dijmin êrîş bire ser wan lê vîneke wiha ya azadiyê dît ku ev vîna derketî holê, hate wateya ku dijmin têk biçe.
Min 14’ê Tîrmehê mînak da. Wan asta azadiyê li Kurdistanê ji 14’ê Tîrmehê bilindtir kirin. Ya rastir bû pêkhatina giyanê 14’ê Tîrmehê. Dijmin li Zindana Amedê a rast nedixwest zêdetir bikuje. Dixwest heta bi asta mirinê êşkencê bike û hemû mirovan bixîne. Radestbûn dixwest, ji bo wan a girîng ne mirovê mirî lê mirovên ku radest bûyin maqûl bûn. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê jî ev berevajî kirin û bi lehengî şehîd bûn. Dema ku li zindanê çar hevalên me şehîd bûn, 14’ê Tîrmehê, Esat Oktay reviya, çû. Dadger jî, rêveberiya zindanê jî, midûr jî ew bû, lê li Zindana Amedê dema ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi ser ketin, Esat Oktay têk çû. Parêzerên 12’ê Îlonê têk çûn. Ji ber ku li wir şêwaz û giyanê şoreşa Kurdistanê derkete holê. Rasteqîniyeke gel a wiha derkete holê ku wê wan têk nebe. Ev vîn derkete holê. Berxwederên Xwerêveberiyê ev berztir kir. Ji bo vê jî divê em hemû wiha li destkeftiyên wan, li vê astê, li vê berxwedanê binerin.
‘KAVILKIRINA BAJARAN ÎNFAZA MÊTINGERIYÊ YE’
Divê em van berxwedanan weke şewitandin û kavilbûna mal û bajarên li wan deran nenirxînin. Bi ser de, kavilbûna bajran tê wateya têkçûna mêtingeriyê. Heke pergaleke mêtinger bajaran kavil bike ev tê vê wateyê; li wê derê serweriya hegemonyaya wê nemaye. Li ser civakê serweriya wê nemaye. Ji bo vê jî bajar kavil kirine. Kavilkirina bajaran înfaza mêtingeriyê ye. Înfaza dewleta Tirk e. Ev bi teqezî wiha ye. Kurd wê kavilkirina van bajaran ji bîr bike? Gelê me piçek zilma ku di dîrokê de lê hatibû kirin ji bîr nekiriye, wê vê ji bîr bike? Çawa ku wan zilmên biçûk rê li ber hêrsa mezin vekirin, ev êrîş jî wê rê li ber hêrsa mezin veke û vê mêtingeriya qirker bi teqezî hilweşîne. Niha Erdogan, desthilatdariya AKP’ê dixwaze bandora vê berxwedanê bişikîne. Sedema serûbinkirina wan bajaran ev e. Bi serûbinkirina bajaran, bi ji holê rakirina bandorên wê, dixwaze mezinbûna berxwedanê bide jibîrkirin, dixwazin bajarên ku wan ava kirin nîşanî her kesî bidin. Dixwazin têgihiştineke wiha çêbikin.
Dixwaze koka berxwedanê biqelîne, li gorî xwe bajar, taxên nû yên bêbîr ava bike. TOKÎ ji bo vê çêdikin. Sedema TOKÎ’yan ew e ku civakîbûyina bajarên Kurd, giyanê hevpar serûbin bikin, dixwazin tax û bajarên nû yên ne xweyî hîs û giyanê hevpar, ne xweyî civakîbûyinê biafirînin. Bi teqezî ev tevgera qirkirinê ye. Ev bajarên ku bi TOKÎ’yan têne çêkirin, bajarên qirkirinê ne. Bi belavkirina hîsa Kurd, li wan bajaran, li Cizîr, Şirnex, Nisêbînê, bi hilweşandina dîroka berbiçav, bi hilweşandina hemûyan, li şûna wan dixwazin malên wan çêbikin ku ne xweyî bîrekî ne, mirov ji hev qut bin, malbat ji hev qut bin. Ji bo vê jî Kurd divê vê tenê weke xirakirina xaniyan û li şûnan wan avakirina xaniyên nû nebînin. Divê weke ku kampên qirkirinê bin li wan binere. Ew tax, ew bajarên ku nû têne çêkirin, ew blok kampên qirkirinê ne.”
‘DIVÊ DESTÛR NEYÊ DAYIN KU LI SÛRÊ QEREQOL WERIN ÇÊKIRIN’
Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mûstafa Karasû li ser projeya dewleta Tirk ku dixwaze li Bajarên Berxwedêr qereqolan lê bike got, divê teqez destûr neyê dayin û got:
“Çawa ku cih û kampên qirkirinê dîtin û ew avêtin cihên nanpêjê, ev jî naavêjin cihê nanpêjê lê wan dibine kampên qirkirinê, li wir dixwazin Kurdan, mirovên Kurd bihelînin. Ji bo vê jî bi teqezî divê destûr neyê dayin ku li Sûrê qereqol werin çêkirin. Divê Şirnex, Cizîr jî destûrê nede. Li dijî van kampên qirkirinê divê berxwedaniyek were nîşandan. Divê bibêjin, ‘em naxwazin’ û li dijî vê berxwedan were nîşandan.”
ÊRÎŞA BI SER REÎNEYÊ DE ÊRÎŞEKE NE MERDÎ YE
Karasû di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşa bi ser Reînayê de û got, “êrîşeke giran e. Ez sersaxiyê didime malbatên kesên ku li wir jiyana xwe ji dest dane. Ez sersaxiyê didime hemû civaka Tirkiyê. Bİ rastî jî êrîşeke pir ne merdî ye. Di şer de mirov dikare leşkeran, polîsan bike hedef. Ji ber ku şer heye û bersiva vê wiha dibe. Em bibêjin em bi artêşa Tirk re şer dikin û tim êrîşê tîne ser me, hevalên gerîla şehîd dibin. Gerîla jî diçine êrîşê dibine ser hedefên leşker û polîsan. Ev rewş encama şer e. Lê mirov sivîlên ku ne di nav şer de bike hedef bi rastî jî êrîşeke bi nemerdî ye.”
‘LI DIJÎ KURDAN KETE BABÊ’
Karasû diyar kir ku dewleta Tirk li dijî Kurdan çûye Babê û wiha got: “Li dijî Kurdan çû Babê. Dixwest bibêje, binere, ez bi DAIŞ’ê re şer dikim piştre jî wê li dijî Kurdan şer bikira. Niha ev rewşa niha wan çêkir. Heke îro DAIŞ çalakiyan dike, heke bi DAIŞ’ê re hevrû bûbin, ev rewş ji ber dijberiya li Kurdan e. Dibêje, çima em ketine vê rewşê? Çima li Beşîktaş, Kayserî ev bûyer çêbû? Me ji van kir? Bi ser de fihêt nakin dibêje ev çima dibe? Mat e Sûr kavil kir, Cizîr kavil kir, Şirnex kavil kir, Nisêbîn kavil kir, te sivîl kuştin. Te mirov bi saxî li jêrzemînan şewitandin. Ma tu yê çi yê dî bikî? Şer wiha çêbû. Kurdan şer derxist?”
‘DÎTIN KU KURD XURT BÛN ŞER RAGIHANDIN’
Rêber Apo jî, PKK’ê jî şansek dan. Mitebeqata Dolmabahçeyê çêbû. Çi bû? Erdogan red kir. Tecrîd li ser Rêbertî danîn û hilbijartina 7’ê Hezîranê red kirin. Şer ragihandin. Şer çima dest pê kir? Çima bi Kurdan re şer çêbû? Divê her kes vê bizanibe: Ji bo ku arîşeya Kurd çareser nebû. Ji ber ku nedixwestin arîşeya Kurd çareser bikin. Niyeta wan a çareseriyê nebû. Dîtin ku Kurd li Rojava, Başûr, Rojhilat û Bakur xurt dibin, Kurd bibandor dibin hemû dinya li ser Kurdan diaxive. Kurd navdar dibin, gotin, rewş taloke ye. Wê demê wê çi bikin, Kurdê xurt wê çi bike? Wê çareseriyê ferz bike. Kurd xurt bûye wê çareseriyê bixwaze. Ji bo vê şer ragihandin.