Endama HDP’ê Zûgûrlî hate girtin

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’yî Şehrîban Zûgûrlî hate girtin.

Endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Licê Şehrîban Zûgûrlî ya HDP'î, bi hinceta ku dema çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman li dijî polisan derketiye, duh bi serdegirtina malê de hatibû destgîrkirin. Polîsan, îro serê sibehê piştî îfadeyên wê yên li Midûriyeta Polîsan a Amedê Zûgûrlî anîn Edliyeya Amedê. Dozgeriyê, bi sûcdariya "li dijî polisan derketiye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" Zûgûrlî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir û dadgehê li ser daxwaza dozgeriyê Zûgûrlî girt û şand girtîgehê.