Encu: Ji bo doz û darizandin ji nû ve pêk bên em ê têbikoşin

Encu yê HDP'î bi wesîleya salvegera 8'an a Komkujiya Roboskî axivî û got, "Dewletê, ji girtinê heta cezakirinê hewl da ku me di nava mekanîzmaya darizandinê de lawaz bike û bi vî rengî me ji têkoşîna me vekişîne."

8 sal berê di 28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê, di bombebarana balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) de 19 jê zarok 34 welatî hatin qetilkirin. 8 sal borîn, lê hêj kiryar û berpirs nehatine darizandin. Rayedarên hikûmetê hemû sozên bi boneya kiryaran derxin holê dan malbatan jî bi cih neanîn. Piştî dadgehên li Tirkiyeyê dosyaya Roboskî red kirin, parêzeran dosyeyê şand Dadgeya Mafên Mirova ya Ewrûpa (DMME) û bi hêceta “hemû rêyên hiqûqa navxweyî neqediyane” hat redkirin. Ji ber dosye hat girtin parêzerên malbatên Roboskî carek din delîl kom kirin û serî li Dozgeriya Komarê ya Qilebanê dan. 

‘POLTÎKAYÊN QIRÊJ ÊN DEWLETÊ’
 
Parlamenterê HDP'ê yê berê Ferhat Encu yê ku zêdeyî 3 salan girtî ma û 33 xizmên xwe di komkujiyê de winda kiribûn ji ANF’ê re axivî. Encu anî ziman di ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn, lê hêj faîl nehatine dîtin û nehatine darizandin. Encu destnîşan kir ku Komkujiya Roboskî li Tirkiyeyê encama polîtîkaya bêcezakirina leşker, polîs û rayedarên dewletê ye û wiha axivî: “8 sal bi têkoşîna edaletê derbas bû. Di nava 8 salan de malbatên cangoriyan rastî hemû polîtîkayên qirêj ên dewletê hatin. Li dewsa kujer bên dîtin û darizandin, kesên daxwaza edaletê dikin hatin darizandin. Malbatên cangoriyan hatin binçavkirin, girtin û her roj li salonên dagdehan de derdikevin pêşberî dadgeran. Dewletê bi rêya darazê xwest em dest ji doza xwe ya edaletê berdin. Lê me gav paş de ne avêt û heta kujer bên darizandin em ê berxwedana xwe xurt bikin.”

‘KESÊN WELAT BI RÊVE DIBIN KOMKUJÎ PÊK ANÎN’

Encu bilêv kir ku bi Komkujiya Roboskî re civaka Tirkiyeyê travma derbas kiriye û wiha axivî: “Dîmenên li Roboskî ji hişê tu mirovî naçe û her gav ew dîmen di serê mirovan de zindî dibe. Serokwezîrê deme Tayyip Erdogan got, wê berpirsiyaran ronî bikin û bidin darizandin. Erdogan piştî vê gotinê Serfermandarê Giştî yê Artêşê bi sedema hasasiyet nîşan daye spasiyên xwe anîn ziman. Li holê 19 jê zarok 34 mirov hatin kuştin. Cenazeyên wan perçe bûn û li ser pişta hespan anîn. Cenaze li ser hev avêtin roporka traktorê. Li gel vê yekê spasiya hassasiyetê dike. Ji destpêka komkujiyê heta niha em wekî malbat diyar dikin ku yên ev komkujî kirine, kesên vî welatî bi rêve dibin e. Ji ber vê yekê ev komkujî di zanîna  otorîteya siyasî de pêk hatiye. Ji destpêkê heta niha tu rayedar û berpirsiyar nehatin darizandin û lêpirsîna wan nehat kirin. Tu kes ji peyvirê nehatin girtin. Ji ber vê yekê gotina Serokwezîre wê demê tenê di gotinê de ma. Li gotinê de ma bibêjim, şaşe. Ji ber ku li dewsa kujeran malbatan hatin darizandin. Bi pêkanînên dewletê ev travma hîn bêhtir kûr bû. ji bo komkujiyên weke Roboskî neyên pêk anîn ew her roj bêhtir têkoşîna xwe xurt dikin."

‘KOMKUJÎ BI ZANABÛN Û PLANKRÎ PÊK HAT’
 
Encu destnîşan kir ku ji bo ku ew têkoşîna edaletê didin rastî bê hiqûqiya dewletê tên û wiha dom kir: “Komkujiya Roboskî ne komkujiyek ji rêzê û bi xeletî pêk hatiye. Ev komkujî di encama bombebaran kirina 40 kêliyan de pêk hat. Berî komkujiyê jî nêzî 12 demjimêran jî balefirên bê mirov dîmen girtiye û ji konrolê re şandiye. Li gel vê yekê qereqol baş herêmê dişopîne û li ber çavên wan derbas dibûn. Dewlet baş dizane ew kes kî bûn û bi kûderê ve diçûn? Em baş dizanin ev komkujî bi zanebûn û plankirî pêk hatiye. Dema em li encama polîtîkaya bêcezakirinê dinerîn û dibînin ev yek bi destê dewletê bi awayek plan kirî pêk hatiye. Lê binêrîn ne tenê malbatên cangoriyên Roboskî, kesên ku li dijî komkujiyê dengê xwe derdixe rastî polîtîkayên hikûmetê yên cezakirinê tê. Piştî ku kujer nehatin dîtin li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Pirsûs û li Til Rifatê li dijî zorokan komkujî pêk hat. Ev polîtîkayek plankirî ya dewletê ye.” 

‘BIRYARA AYM Û DMME SIYASÎ YE’

Encu bal kişand ser biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û got:“Biryarên AYM û DMME’ê teqez biryarên siyasî ne. Roboskî li vî welatî ne cihekî serbixwe ye. Polîtîkayên hatin meşandin, li Roboskî qat bi qat zêde hat kirin. Ziyareta malbatan a goristanan qedexe kirin. Xwestin bi zorê malbat bibik cerdevan. Doz bê encam hiştin. Dewletê bi ruşvet û polîtîkayên cuda bandor li ser biryara AYM û DMM’ê kirin. Gelek bal kêşe ku dema heftiya destpêk ya komkujiyê dewletê xwest rêya hiqûqê bigre. Her wiha Serdozgeriya Komarê biryara veşartî danî li ser dozê û li ser dozê girt û sewqî serdozgeriya leşkerî kir. Piştî van riyan hemûyan me weke malbat mafên xwe yên şexsî bikar anîn û serî li AYM û DMM’ê da. Lê mixabin bi hinceta ewraq kêmin li ser dozê de girtin. Ji bo em vê doz û darizandinê ji nûve zindî bikin em têdikoşin. Ev yek dê hêviyê ji nûve zindî bike.”