Encamnameya Konferansa Aştî û Yekîtiya li Kurdistanê

Encamnameya Konferansa Aştî û Yekîtiya li Kurdistanê, ku li Hewlêrê pêk hat, hate eşkerekirin. Di encamnameyê de ji bo yekîtî û pêvajoya nû, bang hate kirin.

Konferans bi pêşengiya PEN a Kurd û bi organîzasyona Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) û Tevgera Aştiya Navxweyî (BAN) di 22'ê Nîsanê de li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê hate lidarxistin. Ji KPU parlamenter nîmet Abdullah, Dr. Qadir Qişuri û ji PEN a Kurd Osman Ozçelîk di destpêka konferansê de axivîn. Konferans ji du rûniştinan pêk hat.

Konferansê 2 rojan dewam kir û ji çar aliyên Kurdistanê gelek akademîsyen, parlamenter, nivîskar û rojnamevan, ku Dr. Cebar Qadir, Helîm Yûsiv û Kakşar Oremar jî di nav de bûn, beşdar bûn.

'EGER YEKÎTÎ NEBE, WÊ DESTKETÎ BIKEVIN NAVA REWŞEKE XETERE'

Di dawiya konferansê de encamname hate weşandin û ev xal hatin destnîşankirin:

"1- Di nava 100 salên dawî de ku gelê Kurd bi têkoşînê derbas kir, ev rastî derket holê; heta ku aştî û yekîtiyeke Kurdistanî pêk neyê, zehmet e Kurd bi ser bikevin û bigihêjin armancên xwe. Em Kurdên li Rojhilata navîn xwedî roleke girîng in, divê nîqaş bikin bê bi çi rengî dikarin derfetên xwe bikin destketî. Tevî vê nîqaş û nirxandin, pêwîste were zanîn, ku nebûna aştiya navxweyî wê destketiyên heyî jî bixe nava rewşeke xetere.

2- Daxwaza delegasyona ji nûnerên rêxistin û saziyên ji çar aliyên Kurdistanê ew e, ku li gelemperiay Kurdistanê bi rêya diyalogê pirsgirêk bên nîqaşkirin û çareserkirin.

3- Pêkhateya vê konferansê, di nava ti şert û mercan de, rijandina xwîna xwişk-bira rast nabîne û qebûl nake.

4- Erk û wezîfeya rewşenbîrên Kurd ew e ku aştî û yekîtiya navxweyî qebûl bikin û weke pîvan li hemû qadên jiyanê bidin avakirin. Em bawerim, piştevaniya rewşenbîran wê bike ku tovên nêrîn û hestên aştiyê bên çandin.

5- Daxwazeke din a pêkhateya konferansê ev e; Çapemeniya Kurd bi vê banga me re di nava hemû şert û mercan de bi hesasiyet û berpirsyarî tevbigere, nebin sedem ku di navbera partî û rêxistinên siyasî û civakî de rê li ber pirsgirêkan vebe.

6- Em bawer in, heta ku pirsgirêka Kurd di çarçoveya aştî û ewlekariyê de neyê çareserkirin, wê maf û destketî li Rojhilata Navîn nepêkan be.

7- Afirandina çareseriyekê ji bo berjewendiyên hemû Kurdên li çar aliyên Kurdistanê, divê weke armanca esasî be. Di vê mijarê de berpirsyarî dikeve ser milê partî û lîderên sereke, ku mifteya çareseriyê bi wan re ye.

'DIVÊ PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ BIKE'

8- Hewldanên komkujiyê yên barbarên DAIŞ'ê li Kurdistanê bi taybetî li ser civaka Êzidî kir, têkoşîna gerîal, şerê şervanên Kurd û pêşmergeyan li dijî êrîşan sedemeke girîng e ku pêvajoyeke nû were destpêkirin. Lazim e ev pêvajo tavilê dest pê bike û prestîja heyî ya gelê Kurd li gelemperiya cîhanê mezintir bike. Ev yek jî bi hevkariya partiyên siyasî dibe.

9- Aştiya navxweyî pêvajoyeke ku divê were dewamkirin û lazim e weke xebateke rojane jî bê dîtin, ku bandorê li sîstema perwerdeyê, rêxistinên civakî yên sivîl, medya û rewşa civakî bike. Bi vê armancê, ji bo şopandin û bicihanîna vê pêvajoyê tê xwestin, wê komîteyek were avakirin û xebatên di vî warî de heta encam bê girtin, wê dewam bike."