Encamên hilbijartina li Başûrê Kurdistanê hê jî nehatiye eşkerekirin

Li Başûrê Kurdistanê di 30’ê Îlonê de hilbijartinên parlementoyê hatin kirin. Ligel ku hefteyek ji ser hilbijartinê derbas bûye jî encamên fermî hê jî nehatine eşkerekirin. Partiyên siyasî jî îtîrazî encaman dikin.

Li Başûrê Kurdistanê di 30’ê Îlonê de hilbijartinên parlementoyê hatin kirin. Ligel ku hefteyek ji ser hilbijartinê derbas bûye jî encamên fermî hê jî nehatine eşkerekirin. Partiyên siyasî jî îtîrazî encaman dikin. Partiya Îslamî Yekgirtû jî îtîrazî encaman kir.

Li gorî zagonan divê heta 72 saetan encamên fermî yên hilbijartinê bihata eşkerekirin. Ligel ku hefteyek derbas bûye, hê jî encam nehatine eşkerekirin. Partiyên siyasî jî diyar dikin ku di hilbijartinan de dek û dolab hatine kirin û îtîrazî encaman dikin.

ÎSLAMÎ YEKGIRTÛ ENCAM RED KIR

Nifşê Nû diyar kir ku ew ê tevlî rûniştinên parlementoyê nebin. Tevgera Goranê diyar kiribû ku ew îtîrazî encaman dikin û partiya Îslamî Yekgirtû jî helwesta diyar kir. Konseya Îslamî Yekgirtû roja Şemiyê civîneke awarte li dar xist. Piştî civînê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku “Yekgirtû encamên hilbijartinê qebûl nake. Ji ber binpêkirinan di pêvajoya hilbijartinê de tiştên qirêj pêk hatin. Zêdekirina dengên desthilatdariyê ya derveyî zagonan li dijî demokrasî û pîvanên mafên mirovan e.”

HEMÛ DENG HÊ NEHATINA HEJMARTIN!

Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûrê Kurdistanê ligel ku hefteyek ji ser hilbijartinê derbas bûye , diyar kir ku 95 ji sedê dengan hatiye hejmartin.

Li gorî encamên ne fermî PDK 44, YNK 21, Goran 12, Nifşê Nû 8, Komeley Îslamî 7, Tifaqa Islah 5, Tifaqa Serdem jî parlementeriyek bi dest xistiye.

EW Ê HIKUMET ÇAWA AVA BIBE?

Li gorî van encaman divê hikumet wekî koalîsyonê were avakirin. Lê aloziya di navbera PDK û YNK’ê ya ji ber Serokkomariya Iraqê û Walîtiya Kerkûkê kûrtir dibe. Di vê krîzê de tê meraqkirin ku gelo ew ê ev partî di kîjan çarçoveyê de werin ba hev û hikumetê çawa ava bikin.