Emîne Şenyaşar û kurê wê hatin berdan

Emîne û kurê wê Ferît Şenyaşar ên bi daxwaza ‘edaletê’ çalakiya rûniştinê didomandin hatibûn destgîrkirin, hatin berdan.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên bi daxwaza ‘edaletê’ li pêşiya Edliyeya Rihayê çalakiya rûniştinê didomandin hatibûn destgîrkirin, hatin berdan.  Çalakiya malbatê ya di roja 17’an de polîsên ku dor li wan girtin û dest danîn ser dowîzên ku daxwaza edaletê dike û şûnde, destgîrkiribûn.

Di derbarê Emîne û Ferît Şenyaşar de yên birin Midûryeta Şaxa Ewlekariyê ya Midûryeta Emniyetê ya Rihayê bi hinceta ‘sûcê muxalefetiya li dijî civînê’ ya hejmara 2911’an, dosya amadekirin. Piştî îfadeya li emniyetê ûşûnde Şenyaşar ên li Nexweşxaneya Rojhilata Navîn a OSM a Taybet kontrola tenduristî kirin û şûnde, berdan.