Emîne Şenyaşar: Malbata me kuştin, kurê min girtin

HDP’yî çûn serdana Emîne Şenyaşar ya ku li dadgehê berxwedana xwe didomîne. Şenyaşar got: “Malbata me kuştin, kurê min girtin.”

Parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, li Sirûcê Hecî Esved Şenyaşar, kurên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibû. Dayika wan Emîne Şenyaşar beriya dadgeha tevî kurê xwe li pêşiya dadgeha Rihayê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Çalakî di roja sêyemîn de didome.

Malbatê daxwaz kiribû ku bi Serdozgeriya Komarê hevdîtinê bikin, ev hevdîtin heta niha nehatiye qebûlkirin.

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Hevseroka HDP’ê ya bajêr Çîgdem Karakeçîlî û Dayika Aştiyê Hedlê Ogûr çû serdana Emîne Şenyaşar û kurê wê. Emîne Şenyaşar diyarkir ku heta daxwazên wan pêk were, wê çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin.

Şenyaşar nerazîbûn nîşanî redkirina daxwaza wan a ji bo hevdîtina serdozger da û got: “Malbata me kuştin û kurê min girtin. Kurê min sê meh in bi tena serê xwe di odeyekê de ye. Em li vir daxwaza hevdîtinê dikin lê dozger nexwaze bi me re rûnê. Hevjînê min û kurê min li nexweşxaneyê li ber çavê min kuştin. Çima qeydên li nexweşxaneyê dernaxînin holê? Heta ku edalet pêk were, ez ê ji vir neçim. Ez dixwazim kujerên kurên min werin girtin.”