'Em serdana goristanên şehîdan bikin'

Komîteya Piştgirî û Malbatên Şehîdan a PKK'ê, bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz kir ku di meha Gulanê de serdana goristanên şehîdan bike.

Komîteya Piştgirî û Malbatên Şehîdan a PKK'ê destnîşan kir, ku weke Tevgera Azadiyê ew her şehadetê ji xwe re dikin sedema pêşvebirina tevgerê û got, "Em çiqasî li dora Rêbertî û şehîdan bicivin, em ê ewqasî nêzî serketinê bibin."

Komîteyê bi wesîleya 'Şehîdên Meha Gulanê' daxuyaniyeke nivîskî da û bibîr xist, dîrok di çarçoveya armancên mezin de wateyê dide her 'kêliyeke' jiyanê ya mirovan û her ku di rêya armancê de berdêl zêde dibin, daneheviya nirxan jî zêde dibin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di dîroka Tevgera Azadiyê ya Kurd de 18'ê Gulanê yek ji serdemên ku wate gihîştiye asta herî bilind  û hat ragihandin, ev keda ku bi felsefeya Ocalan afiriye, bûye misogeriya destketiyên heyî û siberojê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Meha Gulanê di dîroka me ya têkoşînê de bûye meheke ku ev hemû bûne sembol. Hefteya bi 18'ê Gulanê re dest pê dike, veguheriye sembola dîtina rastiya xwe."

XWEDÎDERKETINA LI EŞQ Û MÎRATEYA WAN

Komîteyê destnîşan kir, xwedîderketina li eşq û mîrateya şehîdan, parastina vê yekê bi parastin û pêşvebirina destketiyên hatine afirandin dibe û diyar kir, bûyîna milîtanê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kurd hem rûmetek e hem jî wezîfeyek e. Ev yek jî herî zêde mafê malbatên me yên ku xwîn û canê xwe tevlî têkoşînê kirine, ye."

HER ŞEHADET BÛ SEDEMA PÊŞVEÇÛNÊ

Komîteya Piştgiriyê, PKK weke 'Partiyeke Şehîdan' bi nav kir û bibîr xist, piştî ku yek ji kadroyên damezrîner Hakki Karer hate qetilkirin, ji bo bîranîna şehîdan biryara partîbûnê hate dayîn. Destnîşan kir, ku her şehadetek bûye sedema pêşvebirina tevgerê. Di dewama daxuyaniyê de hat bibîrxistin, di her roja meha Gulanê de ku mohra xwe li dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd xistiye, di asta lehengiyê de şehadet rû dane.

CANÊ XWE BÊYÎ DUDILIYÊ BEXŞANDIN

Komîteya Piştgirî û Malbatên Şehîdan a PKK'ê diyar kir, haya şehîdan ji zor û zehmetiyên têkoşîna azadiyê hebû û bêyî dudiliyê ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê xwe, weke şervanên serketî, canê xwe bexşandin. Komîteyê got, "Bi hestên herî paqij, nirx li nirxan zêde kirin. Bi rengekî hay jê heyî, wezîfeyên xwe bi cih anîn bi berpirsyarî rabûn. Rastiya şehîdan ji kûrahiya dilê xwe hîs kirin. Ji ber ku xwedîderketina mîrateya şehîdan derketin û ji têkoşînê tawîz nedan."

Komîteyê destnîşan kir, ku wezîfeya şopdarên şehîdan e, ku rastiya têkoşînê bi ser bixîne û wiha dewam kir: "Bi wesîleya meha Şehîdan, em soza xwe ya dilsoziya bi şehîdan re dubare dikin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku di vê mehê de bi rengekî girseyî serdana goristanên şehîdên me yên leheng bike. Di nava têkoşînê de em çiqasî li dora  Rêberê xwe û şehîdan bicivin, em ê ewqasî nêzî serketinê bin. Em careke din bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin."