'Em refên têkoşînê bişidînin'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Berbang êdî gelekî nêzî me ye" û ji bo şidandina refên têkoşînê û têkbirina faşîzmê bang kir.

Ji Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim bi sernavê "fedaiyên felsefeya azadiyê" gotarek li malpera înternetê ya PAJK'ê weşand.

Ayten Dersim diyar kir ku di meşa şoreşê ya 50 salî de wan gelek destketiyên mezin afirandine, gelek serdemên zor û zehmet li pey xwe hiştine û got, "Mîna doh îro jî rewşa em tê de ne berxwedan û serketin e. Bi qasî avê zelal e; ev têkoşîn têkoşîna hebûnê ya jinan û gelan e ku têne înkarkirin. di rastiya nîv sedsalî ya têkoşînê de dîrokê şahidî ji hezaran berxwedanên destanî û berdêlên mezin re kir. Pêşengên têkoşînê dema ku bi rê ketin, zanîbûn ku wê berdêlên gelekî mezin bidin. Destpêkê gotin, 'Ev gel heye û wê hebe. Meşa li ser vê rêya heqîqetê rûmet û azadî bi xwe ye'. Wan zanîbûn ku şervaniya azadiyê tê wateya rabûna li ber her cûre zehmetiyê ye. Ev yek felsefeya jiyanê ya bîrdoziya Rêbertî ye ku bi vê tevgerê bûye hêviya jinan û gelan."

Ayten Dersim anî ziman ku di diyalektîka Tevgera Azadiyê de her serdemê hevrêyên wan perspektîfa berxwedan û îradeyê bi çalakiya xwe nîşan dan û wiha dewam kir, "Bi vê îradeyê, hevrêyên me Sara û Rûken ên bi eşqê dilsozên mirovahiyê bûn, bûn pêşengên xeta jiyana fedaî û nivîsandina dîroka azadiyê ya vê serdemê. Li Mersînê li cihekî ku dijmin qet ne li bendê bû, bi çalakiya xwe, bi felsefeya azadiyê rastiya jinê ya xwe perwerdekirî nîşan dan. Divê çalakî, meş û mîrateya hevrêyên me Sara û Rûken baş bêne fêhmkirin."

Ayten Dersim di dewama gotara xwe de got, "Di şexsê xwedawendên me Sara û Rûken de careke din hate dîtin kuk dîroka me ya azadiyê, koka me, dîroka me ya têkoşînê bi hezaran sal e ku me li ser piyan dihêlin. Ji niha û pê ve jî bi fikrê azad û rêbaza rast a çalakiyê wê me bigihîne serketinê."

Gotarê wiha dewam kir, "Tevgera Azadiyê ya Jinê nîv sedsal e li çiyê civakîbûna azadiyê diafirîne, 30 sal in artêşbûna vê ava kiriye, partiya wê damezrandiye, paradîgma û perspektîfa wê ya jiyanê afirandiye û bi gavên ji xwe bawer dimeşe. Hevrêyên me Rûken û Sara bûn gava pêşvebirinê û encama van nirxên Tevgera Azadiyê ya Jinê.

Jinên Azad ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji Rojhilatê Kurdistanê destpê kiriye û li tevahiya Îranê belav bûye, di pêşengiyê de canê xwe feda kirin û bûn felsefe. Ev felsefe pêl bi pêl li nava jinan li tevahiya cîhanê belav dibe û wê utopya azadiyê, Konfederalîzma Jinê ya Cîhanê biafirîne.

Gotinek heye ku dibêje, 'Kêliya herî tarî ya şevê, kêliya beriya berbangê ye'. Dema ku mirov pêvajoya heyî dinirxîne, dibîne ku berbang ji her demê bêhtir nêzî me ye û ji her demê bêhtir pêwîstî bi têkoşîn û fedakariyê heye. Divê armanca me ya bingehîn, fikrî û çalakiyê ew e ku berê me timî li azadiya fîzîkî ya Rêberê me be û li dora gerîla bicive.

Ji bo şidandina refên têkoşînê, ji bo têkbirina faşîzmê bi hev re, em bang dikin."