'Em li çar parçeyan çar Kurd jî bimînin em ê li ber xwe bidin'

Mam Marûf (80) piştî Komkujiya Helebçeyê li Qendîlê bi cih bûye. Trajedî û berxwedanê bi rêya helbestê tîne ziman. Ji ber dagirkirina Efrînê jî bi hêrs e: Em li çar parçeyên Kurdistanê tenê çar Kurd bimînin jî em ê li ber xwe bidin...

Mam Marûf 80 salî ye. Hemû êş, hêrs û serbilindiya Kurdbûna xwe bi helbestê tîne ziman. Nanivîsîne, lê li hişê xwe dineqişîne.

Lehengên di dîroka Kurdistanê de li ber xwe dan her tim hatin bîranîn û tevlî karwanên nemiran bûn. Hinek ji wan bûn mijar ji stran û helbestan, hinek jî hatin nivîsandin. Komkujî jî berxwedan jî nehatin jibîrkirin. Îro jî di şexsê Efrînê de tê dîtin ku jiyan bi berxwedanê dibe. Em diçin serdana Mam Marûf ku bi trajedî û berxwedanê baş zane. Mam Marûf ku bi rûkenî me dawetî mala xwe dike, destpêkê ji me dipirse bê rewşa li Efrînê; êrîşên qirkirinê û berxwedan di kîjan astê de ye. Em jî tiştên zanin pê re parve dikin. Dibêje, "Kurd bi kuştinê naqede."

'EZ TI CARÎ BÊ HÊVÎ NEBÛM'

Mam Marûf 80 salî ye. Piştî Komkujiya Helebçeyê tevî malbata xwe li Qendîlê bi cih bûye. Mam Marûf ku komkujî bi xwe dît, bi helbestan ji zarok, hevî û her nifşî re qala wê kêliyê dike. Mam Marûf wiha dibêje: "80 salî me, heta vî emrî min her cûre komkujî û berxwedan dît. Beriya niha bi salan xwestin bi bêhna sêvê Kurdan tine bikin. Lê neqediyan. Niha jî dixwazin ji Efrînê dest pê bikin û biqedînin. Ez ti carî bê hêvî nebûm û ez ê bê hêvî nebim. Ji bo komkujiyê jî berxwedanê jî her tim bi bîr bînim, helbestan dibêjim."

'DIL Û ÇAVÊN MIN DIBÎNIN'

Em kameraya xwe vedikin û dixwazin helbestekê ji Mam Marûf bibihîzin. Em jê dixwazin ku lênûska xwe ya helbestê amade bike, lê ew bi rûkenî ji me re wiha dibêje: "Ez helbestên xwe nanivîsînim. Tiştên ku bi dil û çavên xwe dibînim di hişê xwe de dineqişînim. Ji ber ku dijîm û hîs dikim; lewma nayê jibîrkirin."

Li ser berxwedana Efrînê vê helbestê dibêje: "Gelê Kurd serî natewîne... Li ku derê xwîna Kurdan birije nav axê li wir darek şîn dibe. Li Efrînê meşaleya azadiyê pê dikeve... Em li çar parçeyên Kurdistanê tenê çar Kurd jî bimînin em ê li ber xwe bidin, em ê li ber xwe bidin..."