'Em ê tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin'

Gerîlaya YJA Starê Kobanê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj giran dibe û got, "Em ê tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin."

Bi hezaran ciwanên ku dikevin bin tesîra têkoşîna azadiyê û samîmiyeta PKK'ê, ji her welatî tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd dibin. Nazlican Kobanê jî yek ji van ciwanan e. Nazlican Kobanê ji Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bû. Kobanê diyar kir ku hevrêtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor lê kiriye û got, "Tevî ku min rêbertî qet nedîtiye jî, nirxandinên wî yên li ser gel bala min dikişand.

Hevaltiya Rêbertî ya bi hevalên jin û mêr re, li ser rastiyan ava bûye. Li Rojavayê Kurdistanê dema ku li nava gel û gerîla qala rastiya Rêbertî dihate kirin, vê yekê gelekî bandor li min dikir. Bi vê bandorê min biryara tevlîbûnê da."

EM BI BÎRDOZIYA RÊBERTÎ DIMEŞIN

Gerîla Kobanê ku li herêma Xakurkê şer dike anî ziman ku yên herî zêde dilsozê axê ne jin in, lewma herî zêde êrîş li jinan tê kirin. Kobanê da xuyakirin ku çiyayên Kurdistanê gelekî cuda ne û wiha dewam kir: "Ez bi kelecan û kêfxweşiyeke mezin hatim çiyê. Gava hatim çiyê, dema ku min li dar û kulîlkên li vê derê dinihêrî, min eşqa Bêrîtan û Zîlan dît. Ez niha li Xakurkê me. Li vê derê her roj çalakiyên me çêdibin. Dijmin her roj bi teknîka giran êrîşî warê me dike. Em jî bi îradeya xwe bersivê didin dijmin. Em bi bîrdoziya Rêbertî dimeşin."

Kobanê destnîşan kir ku wê ti carî destûrê nedin dewleta Tirk ku bikeve nava xaka wan û got, "Li Xakurkê şerekî giran heye. Weke gerîlayên YJA Starê em di vî şerî de cihê xwe digirin. Em ê bi ti awayî destûrê nedin dijmin ku bikeve nava xaka me. Em li ser şopa Bêrîtan, Axîn û Zîlan dimeşin. Hevala Bêrîtan li Xakurkê têkoşiya û teslîmiyet qebûl nekir. Ji bo me tiştekî pîroz e ku em bi bîrdozî û jiyana ku Rêberê me daye me, bijîn."

TECRÎD ROJ BI ROJ GIRANTIR DIBE

Kobanê destnîşan kir ku têkoşîna wan têkoşîna rastî û azadiyê ye û got, wê li dijî her şêwe êrîşan li ber xwe bidin. Nazlican Kobanê da xuyakirin ku artêşa Tirk bi girekî ku li ser bi cih bûye propaganda xwe dike û wiha pê daket: "Ji bo bandorê li gelê me bikin vê propagandayê dikin. Bila gelê me zanibe, gerîla wê ti carî dest ji vê xakê bernede. Dijmin wê ti carî li nava axa me bi hêsanî tevnegere. Dijmin li Efrînê êrîş bir ser jin û zarokan. Tevî van êrîşan jî gelê me dilsozê ax û Rêberê xwe ye. Li gel êrîşên giran jî gelê me ti carî paş ve gav neavêt."

Gerîla Kobanê işaret bi girîngiya hevrêtiya li nava PKK'ê kir û got, "Dema ku mirov bi erka xwe radibin jî, wê germa dilê hevrêyan de dibînin... Ya rast, rastiya Rêbertî jiyana bi ruhê hevrêtî ye. Dema ku mirov bala xwe didin ser bedewiya jiyanê û jiyana hevrêyan, her tişta bedew tê bîra mirovan. Îdîaya min a herî mezin ew e ku ez hîn bêhtir Rêbertî nas bikim û fêhm bikim. Dewleta Tirk tecrîda li ser Rêbertî her roj girantir dike. Dixwaze bi vî rengî bandorê li gelê me bike. Em ê tecrîda li ser Rêberê xwe bişikînin."