'Em ê şopdarê doza zarokên xwe bin'

Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de ne gotin, "Heta ku em sax bin, em ê li ser şopa doza zarokên xwe bin."

Xizmên girtiyên nexweş û yên ku bi kêfî nayên berdan, cara 323'an li ber Saziya Tipa Edlî ya li Amedê li hev kom bûn ûd est bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin.

Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan Nazîme Boltan li çalakiyê axivî û got, "Daxwazên me daxwazên giran nîne, em dixwazin zarokên me yên nexweş bêne berdan."

Boltan anî ziman ku kurê wê Civan Boltan roja Înê bi rêya telefonê jê re qala binpêkirinan kiriye û got, "Civan got, betanî û kincên wî jê standine. Em ê vê ti carî qebûl nekin û heta em sax bin em ê li ser şopa doza zarokên xwe bin."