'Em ê şaredariyên xwe ji qeyûman rizgar bikin'

Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î dan û gotin, sibe hilbijartin bê kirin wê şaredariyên xwe ji nû ve ji destê qeyûman derxînin.

Niştecihên Wanê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan û diyar kirin ku li dijî darbeya siyasî ew ê bi hevşaredarên xwe re heta şaredariyên xwe paşve bistînin li ber xwe bidin.

'EM HEVŞAREDARÊN XWE DIXWAZIN'

Ahmet Mete: Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê îradeya mîlyonan xesp kir û li Kurdistanê darbeyeke siyasî pêk anî. Rejîm îdia dike ku li vî welatî demokrasî heye û di hilbijartinê de demokrasî heye. Tevahiya dinyayê dît ku li Tirkiyeyê demokrasî tuneye. Eger tuyê îradeya me xesp bikî, tu çima civaka Tirkiyeyê dixapînî û sindoqan datînî. Em weke xelkê Wanê em ê heta dawiya li dijî vê bêhiqûqiyê li gel hevşaredarên xwe tevbigerin. Min deng daye Bedîa û Mustafa ez dengê xwe dixwazim. Berxwedana me ya li dijî qeyûman heta em bigîhin mafê xwe wê bidome. Qeyûm diziye, zilm û zordariye, em ê vê yekê tu carê qebûl nekin. Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ser şopa rastiyê li gel partiya xwe bin.

VÎNA JINAN TUNE HATIYE HESIBANDIN

Atiye Şen: Bi tayînkirina qeyûman vîna jinan tune hatiye hesibandin. Ji ber bêrêzî ya ku li vîna me hatiye kirin em qeyûm nas nakin. Karê destpêkê yê qeyûman êrîşên li dijî destkeftiyên jinan e. Li hemberî qeyûman me dengê xwe dane xwe. Bila qeyûm biçe. Dîsa deynên Wanê wê zêde bin. Bila derkeve û careke din nezivire. Em wan naxwazin.

BILA GEL BERTEKA XWE NÎŞAN BIDE

Hecer Kaya: Tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Kurdan darbeyeke siyasî ye û em weke xelkê Wanê vê biryarê şermezar dikin. Em vê biryarê nas nakin û li gel hevşaredarên xwe ne. Hesasiyeta ku Kurd li hemberî zext û zilmê nîşan didin divê gelên din jî nîşan bidin. Gelê Kurd tu caran li gor netewan cudatî nekiriye, ji bo me mirov be bes e. Ji bo vê yeke wê qeyûm biçe û gel bi serbikeve.

GEL LI QADAN LI BER XWE DIDE

Necmettin Kaya: Armanca tayînkirina qeyûman yek jê  ew e ku bêhizûriyê derxînin. Wan dengê xwe ne ji bo rêveberiya qeyûm, ji bo hevşaredarên HDP'î bi rê ve bibin, dengê xwe bi kar anîne. Em vê biryarê bi tu awayî nas nakin û li dijî vê qeyûman em li qadan in û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

EM QEYÛMAN NAXWAZIN

Omer Bor: Dewletê bi tayînkirina qeyûman qanûnan xwe bi xwe binpê kirin. Îro mijar ne qeyûme, mijar îradeya mîlyonan Kurdan hatiye xespkirin û Kurdan nas nakin. Kesê me nas neke, em jî wan nas nakin. Îro hikûmet ketiye tengasiyê û êrîşî me Kurdan dike. Li hemberî vê êrîşê em ê li her kolanê li ber xwe bidin û weke herdemê em dibêjin Wan ya me ye û wê ya me bimîne. Em qeyûman naxwazin, qeyûm darbeye û xespkirina vîna gelan e.

VÎNA ME XESP KIRIN

Rustem Unvertan: Em ketin hilbijartinê û me dîsa şaredariyên xwe qezenc kirin. Ev çend meh derbas nebûn dîsa qeyûm tayîn kirin. Vê yekê kes qebûl nake. Ev tişta ku dikin rast nîne, bila xwe bikin şûna me. Ev heqaret e em qebûl nakin. Em ê şaredariyên xwe paşve werbigirin. Heke sibê jî hilbijartin pêk were niyeta me zelal e. Îro derbe tenê li dijî Kurdan pêk nehatiye, ev derbe li dijî tevahiya gelên Tirkiyeyê pêk hatiye. Em vê zilmê qebûl nakin û em ê li dijî vê biryarê jî li ber xwe bidin. Li devera ku zilm hebe wê têkoşîn jî hebe.

QEYÛM ZILM E

Vahap Ahmetoglu: Ez despêkê vê biryarê şermezar dikim. Di dema hilbijartinê de dema ku em li navçe û kolana dixebitin, dayik û bavên temen mezin di nava berfa zêde de bi kîlometreyan dihatin dengê xwe bikaranîn. Bi cejnek mezin me şaredariyên xwe ji destê qeyûman derxist. Lê belê xwe li serkeftina me negirtin û qeyûm tayînkirin. Ev zilme û ev ji derveyî qanûnane. Ev dewlet bi xwe qanûnên xwe nas nake. Li dijî vê bê qanûniyê em ê weke xelkê Wanê li gel hevşaredarên xwe li kolanan bin û agirê berxwedana xwe geş bikin.

EM DENGÊ XWE DIXWAZIN

Zeydîn Daghan: Em sibê jî biçin hilbijartinê em ê dîsan dengê xwe bidin xwe û wê serkeftin ya me be. Me dengê xwe daye xwe û em dengê xwe dixwazin.

MODELA HEVSEROKATIYÊ XETA ME YA MOR E

Eylem Uklu: Tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên me biryarek ji derveyî hiqûqê ye. Em weke jinên Wanê vê biryarê nas nakin. Qeyûm destpêkê êrîşî li ser deskeftiyên jiyanan dikin. Di sala 2016’an de jî karê wan yê destpêkê girtina saziyên jinan bû. Êrîşîn li ser modela hevserokatiyê xeta me ya mor e. Li hemberî vê yekê em ê weke jinên Wanî li qadan bin û xwedî li îradeya xwe derkevin.