‘Em ê li dijî her cure êrîşan îradeya xwe ya federasyonê biparêzin’

Li dijî êrîşên Erdogan û Serfermandariya Tirk, gelê Efrînê îradeya xwe ji bo Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi kar anî.

Kantona Efrînê tevî hemû êrîş û dorpêçên çeteyên mîna DAÎŞ, El Nûsra, SÛK, OSO û dewleta Tirk, bû yek ji kelheyên herî girîng a Şoreşa Rojava. Efrîn ku ji sala 2014’an ve bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê birêvebirin, tevî hemû bêderfetiyan jî jiyana xwe bi rêxistin kirin û li dijî giştî êrîşan jî îradeya xwe ya azadiyê danî holê.

Hevseroka Konseya Karûbarên Civakî ya Kantona Efrînê Arîfe Bekîr, destnîşan kir ku gelên Efrînê û jinan, ji destpêka Şoreşa Rojava ve, bi derfetên xwe jiyana xwe bi rêxistin kirine, bi rê ve birine û îro jî bi heman şiklî tevlî sîstema Federasyonê dibin û got; “Em ê hem sîstema xwe di dewrê de bihêlin hem jî li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ax û sîstema xwe biparêzin.”

‘TEVÎ DORPÊÇÊ JÎ ME JIYANA XWE BI RÊXISTIN KIR Û BI RÊ VE BIR’

Arîfe Bekîr bal kişand ku ev 5 sal in Efrîn ji hêla dijminê mirovahiyê dewleta Tirk û çeteyan dorpêçkirî ye û wiha pê de çû; “Li milekî DAÎŞ, milê din El Nusra, li milekî jî dewleta Tirk a dagirker. Gelê me bi xwe debara xwe dike. Bi taybet jî bi çandiniyê re mijûl in. Di van 5 salan de me jiyana xwe bi xwe bi rêxistin kir û bi xwe bi rê ve bir. Ji bo milê aborî jî, em her çiqasî di bin dorpêçek wisa de mabin jî em dikarin debara xwe bikin. Di vî milî de ferasetek girîng çêbûye. Erdnîgariya Efrînê, gelekî dewlemend e, gelê wê jî jêhatî ye.

Saziyên me rêxistinkirî ne û ev sazî xizmeta civaka me dikin. Li her qadê sazîbûna me heye û projeyên van saziyên me hene. Bi taybet jî ji bo di warê aborî de em têrî xwe bikin û bi başî yên di dest me de binirxînin, projeyên me hene.”

‘SÎSTEMEK ME YA PARASTINÊ Û GELÊ ME YÊ BERXWEDÊR HEYE’

Arîfe Bekîr, destnîşan kir ku wek gelên li Efrînê, sîstema xwe ya parastinê bi rêxistin kirine û got; “Me bi hev re civaka xwe bi rêxistin kir û bi vê şiklî jî diparêzin. Hêzên me yên parastinê destpêkê YPG, YPJ û Asayîş e. Dîsa di warê parastinê de civaka me rêxistinkirî ye. Eger dewleta Tirk û komên çete hewl bidin êrîş bikin jî nikarin bikevin Efrînê. Gelên Efrînê mîna kelheyek ji pola ye ku ji hezkirin û rêzdariya navxweyî pêk tê.

Dewleta Tirk ji bo Kantonên Rojava negihêjin hev çi ji destan tê dike. Lê em ê bi têkoşîna xwe tevahî êrîşên wan pûç bikin û em bawer dikin ku wê kanton bibin yek, Efrîn ji vê dorpêçê rizgar bibe.”

‘ÎRADEYA JINÊN EFRÎNÎ LI HER QADÊ YE’

Arîfe Bekîr îfade kir ku yek ji sedemên esasî ya sekna berxwedêr û azadîxwaz a li dijî hemû dorpêç û êrîşên li dijî Efrînê jî sekna rêxistinî û bi îrade ya jinê ye û wiha pê de çû; “Dîsa, li Efrînê jin rêxistinkirî ne, xwedî rêxistinên xweser in. Di komun, meclîs, konsey, jiyanê, qada parastinê, siyasetê, her wiha di mekanîzmayên rêveberiyê de rêxistinkirî û çalak in. Niha mîna kantonên din ên Rojava, jinên Efrînî jî îspat kirine ku hem jiyanê bi rêxistin dikin hem jî di şerê parastina azadiyê de li herî pêş in.”

‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’

Arîfe Bekîr bal kişand li ser êrîş û dagirkeriya ku dewleta Tirk ev 5 sal in li dijî Efrînê bi pêş dixe, destnîşan kir ku Erdogan wê ti carî di tasfiyekirina şoreşê de negihêje armancên xwe. Arîfe Bekîr anî ziman ku wek gelê Efrînê wê ti carî li hember êrîş û dagirkeriya Erdogan serê xwe netewînin û wiha pê de çû; “Bi lêkirina dîwar, parçeyek ji Efrînê vekir. Niha gundên mîna Surke, Qirmilkê, Şiyê bi wî dîwarî dagir kiriye. Lê, wek gelê Efrîn ev sînor ji bo me ne girîng in. Wek gelên Kurdistanê li Rojava, Bakur, Başûr, Rojhilat, dilê me yek dengî lê dide. Em yek in. Ti sînor nikare me parçe bike. Li dijî van tevahî sînoran, wek gel me li ber xwe da û me şehîd dane. Em ê ti carî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava û Bakurê Sûriyeyê qebûl nekin. Mîrateyek me ya berxwdanê û şehîdên me hene. Û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakurê Sûriyeyê jî wê têkoşîna me her dewam bike.”

 ‘MÎNA XWESERIYA DEMOKRATÎK EM Ê FEDERASYONÊ JÎ BIXIN MERIYETÊ’

Arîfe Bekîr, bi lêv kir ku wek gelê Efrînê îradeya xwe wek sîstema Federaliya Demokratîk danîne holê û wiha pê de çû; “Şoreşa Rojava ya 2012’an dest pê kir, sala 2014’an xwe gihand Xweseriya Demokratîk. Û ji bo tevahî gelên Rojava bû hêvî. Gelan ketin ferqa xweseriya xwe, jiyana xwişktî û biratî û hêza yekgirtinê, afirîneriyê. Ji nû ve bedewbûna vê jiyanê fêm kirin. Ev ji bo Efrînê jî wisa ye. Bi vî şiklî jî me li dijî her cure dorpêçan li ber xwe da. Îro jî êdî di bin sêwana Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê wek gel, jin, civat, em hêza xwe ya jiyanê datînin holê û wek îradeya çareseriyê jî bi awayekî herî xurt nîşan didin.”

‘EM Ê SÎSTEMA XWE BI PÊŞ BIXIN Û BIPARÊZIN’

Arîfe Bekîr bi lêv kir ku gelê Efrînê ji dil û can tevlî Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Wek gelên li Efrînê, dîtina me ew e ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, Sîstema Federaliya Demokratîk yekane alternatîf e. Lê, dewleta Tirk li beramberî vê federasyonê bê tehamul e. Ji ber ku baş dizane, ev sîstem wê bi awayekî demokratîk krîza li Sûriyeyê çareser bike. Û wê Sûriye bi vê sîstemê bibe welatekî mînak. Dijminatiya sîstema federal, di şexsê Kurdan de dijminatiya gelan û Sûriyeyê ye. Wek gelê Efrînê, jin, em ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û êrîşên her beşên dijmin li ber xwe bidin. Ji milekî em ê sîstema xwe bixin dewrê ji milê din jî em ê li dijî tevahî êrîşan vê biparêzin.”