'Em ê Dehaqên vê serdemê têk bibin'

Gerîlayên YJA Starê Darsîn Amed û Hesret Dilgêş cejna Newrozê pîroz kirin û ragihandin ku wê Dehaqên vê serdemê bi têkoşîna xwe têk bibin.

Gerîlayên YJA Starê diyar kirin ku wê berxwedana di sala 2021'ê de pêk hat, bi Newroza 2022'an re bi ser bixînin û bi gotina "Berê xwe bidin qadên têkoşînê" bang li ciwanan kirin.

Gerîlayên YJA Starê Darsîn Amed û Hesret Dilgêş Amed ji ANF'ê re axivîn.

Darsîn Amed di destpêkê de cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku ji Kawayê Hesinkar heta Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan ruhê berxwedanê dewam dike. Darsîn Amed ragihand ku ew şopdarên wî ruhê berxwedanê ne û destnîşan kir ku Newroz bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re bêhtir bi wate bûye.

Darsîn Amed bal kişand ser berxwedana girtiyan û wiha dewam kir, "Bi Newrozê re em dest bi sala 50'emîn a partiya xwe dikin. Em ê îsal sîstema tecrîd û êşkenceyê bişikînin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelê Kurd misoger bikin. Hevrêyên me yên girtî jî berxwedaneke xurt nîşan didin. Em Newrozê li wan pîroz dikin. Hevalên girtî xwedî li mîrateya berxwedanê ya Mazlûm Dogan derdikevin. Ev berxwedan xwedîderketina li Newrozê ye. Xwedîderketina li Newrozê jî xwedîderketina li hebûna xwe ye. Gelê me divê her qada Newrozê bike qada berxwedanê."

'EM Ê BERXWEDANÊ BI SER BIXÎNIN'

Hesret Dilgêş Amed jî li ser Newrozê wiha axivî, "Newroz ji bo gelê Kurd cejneke vejînê ye. Weke gerîla em li çiyayên azad Newroza 2022'an pêşwazî dikin. Berxwedana ku di sala 2021'ê de pêk hat, bi Newroza 2022'an re em ê bi ser bixînin. Lewma bang li gelan bi taybetî jî ciwanan dikim; berê xwe bidin qadên têkoşînê. Ji ber ku bi vê têkoşînê re em ê Dehaqên vê serdemê têk bibin. Li ser vê bingehê Newrozê li gelan, li Rêber Apo, li jin û ciwanan pîroz dikim."