'Em ê bi giyanê ku Rêbertî ava kir şer bikin'

Gerîlayên HPG’ê li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn, gotin ew ê bi giyanê ku Ocalan ava kirî şer bikin û şerê wan heta ku tecrîda li ser Ocalan domdar be wê geş û gur bibe.

Ji 2011’an ve tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd didome. Bi ti rengî bi Ocalan re hevdîtin nabin û agahî jê nayê girtin. Gerîlayên HPG’ê diyar kirin  ku heta li ser Ocalan tecrîd hebe ew ê her roj şer bikin.

‘RÊBERTÎ CIVAKEKE LI BER TINEBÛNÊ JI MIRINÊ RAKIR’

Gerîlayê HPG’ê Sefkan Yaman got, ‘’Armanca tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî tecrîda li ser gelê Kurd e. Dema ku Rêbertî ev şoreş da destpêkirin ji bo şexsê xwe ev şoreş nedaye destpêkirin. Ji bo azadiya gelê Kurd ev şoreş da destpêkirin. Rêbertî tenê ji hêla fizîkî ve ne azad e. Ramanên Rêbertiya me jixwe azad in. Erdogan dixwaze gelê Kurd tine bike. Kurd ne xwedî xakeke wiha ne ku bikaribin bi azadî lê bijîn, bi zimanê bijîn û ne xwedî rêxistineke fermî ne ku bikaribe berevaniya wê bike. Divê hêza parastina ya civakê hebe, çand û zimanê wê divê hebe. Heke civakek ne xwedî ziman, çand û hêza  berevaniya be wê nikaribe li ser ipyan bimîne. Rêbertî ji bo ziman û çandê Kurdan gelek rê û rêbaz nîşan da. Lê em û gel em baş vê fêhm nakin. Rêbertî civakek ji tinebûnê rakir. Niha li her deverê her kes gelê Kurd nas dike. Ev 40 sa l in şerek heye. Di vî şerî de gelê me şehîd xistin.’’

‘PKK ÇIMA DERKET DIVÊ EV WERE ZANÎN’

Sefkan Yaman got dewleta Tirk hebûna Kurdan qebûl nake û her roj dixwaze gelê Kurd tine bike, wê ji rastiya xwe dûr bixe û wiha pê de çû: ‘’Dewleta Tirk ji roja ku hatî damezirandin heta niha vê didomîne. Ji Seyîd Riza ta bi Şêx Seîd çi dema ku Kurd rabûne ser ipyan ew tine kirine, qira Kurdan anîn e. Dema ku tengezar bûne jî li ser navê siyasetê bi navê biratiya Kurd xwestina ku wan bidin pişt xwe. Wek ku ew naxwazin şer bikin lê PKK her demê dixwaze xwînê birijîne. Divê mirov bizanibe bê ka çima PKK derkete holê. Heke Kurda zad bûna, zilm nebûya, Kurdan bikarîbîna çanda xwe, zimanê xwe bi hêza xwe ya parastinê biparastana Kurdan şer nedikirin. Divê em ji bo rûmet û şerefa xwe şer bikin.’’

‘LI VIR EM JI BO GELÊ XWE ŞER DIKIN’

Gerîlayê HPG’ê di axaftina xwe de bi taybetî bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelên Kurdistanê Abdullah Ocalan, diyar kir ku dixwazin Ocalan tine bikin û wiha got: ‘’Bi daxwaza tinekirina Rêbertiya me dixwazin gelê Kurd tine bikin. Gelê me bi derengî bi vê dibîne. Niha dema ku mirov li rewşê dinere her kes di halê xwe de ye û çavê xwe ji her tiştî re girtiye. Divê bi ti rengî em vê qebûl nekin.’’

Yaman bi domdarî wiha got, ‘’Em Kurd in û em gel in. Em li vir şerê xwe ji bo gelê xwe dikin. Em ê heta dawiyê şer bikin. Bav û kalên me jî wiha bûn, ji bo xaka xwe şer kirin û em ê jî vê bidomînin.’’

’RÊBERTÎ RÊBERÊ RAMAN, FELSEFÊ YE’

Gerîla Sefkan diyar dike ku Rêberê Gelên Kurdistanê ne tenê Rêberê gelê Kurd e û wiha dibêje, ‘’Rêbertî rêberê raman û felsefeyê ye. Ne tenê gelê Kurd, hemû gelan diparêze. Rêbertiya me dibêje, ‘heke hêza me hebe ku em bikaribin hemû dinyayê tine bikin jî em vê nakin, ji ber ku ev ê bibe zilma li dinyayê. Lê dinya hemû jî bi ser me de were em ê li ber xwe bidin û serê xwe netewînin’; ji ber ku Rêbertî rêbertiya felsefe û ramanê ye. Tirk ji bo me ji mêj ve miriye. Dixwazin bi girtîgehê gelê me çavtirsandî bikin, şerê psîkolojîk dikin dixwazin gelê me bitirsînin. Divê gelê me rabe ser piyan.’’

 ‘BI RÊBERTÎ DIXWAZIN GEL RADEST BIGIRIN’

Yaman dibêje ji mêj ve bi Rêberê Gelên Kurdistanê re hevditin nebûne û hewce bike ew ê her roj ji bo vê şer bikin û got, ‘’ Bi Rêbertî dixwazin gelê me radest bikin. Rêbertî naxwaze ku em em û gel vekişin. Em Kurd çi qasî bikaribin dewleta Tirk tengezar bikin ew çend em ê bi Rêbertî re bin. Heta ku em gel û gerîla peywira xwe rast bi cih neyînin tecrîda li ser Rêbertî wê dewam bike. Ji bo dawî li vê tecrîd û zilmê were divê em gerîla û gel peywira xwe bi cih bînin. Divê em fikrên demî jî fêhm bikin. Dibe ku îro yan jî hevdîtin bibin. Armanc çiye? Ev qas şer çêbû, ev qas sal derbas bû, hemû ji bo azadiya Rêbertî bû, ji bo ku em bikaribin li xaka xwe bi azadî bijîn.’’
 
‘ARMANCA TECRÎDÊ EW E KU HEMÛ MIROVAHIYÊ BÊ VÎN BIKIN’

Gerîlayekî dî yê bi navê Şiyar Ronahî jî got bi tecrîda li ser Rêberê Gelên Kurdistanê dixwazin tecrîdê ne li ser Kurdan tenê li ser hemû mirovahiyê deynin û got; ‘’Bi vê tecrîdê dixwazin hemû gelê Kurd, hemû mirovahiya li Rojhilata Navîn û sirûştê tine bikin. Beriya her tiştî armanc ew e ku dixwazin vîna gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bişkînin. Bi tecrîdê dixwazin tevgera PKK’ê bixin jêr kontrola xwe, lîberalîze bikin, bişkînin û bi sîstemê re entegre bikin. Ji bo vê jî ji her hêlê ve bi ser Rêbertî de diçin. Li Ewropa, Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat têkoşîn hey e lê ev têkoşîn û çalakî dikare geştir bibe. Divê hemû gelê me dest bidin hev.’’

Şiyar Ronahî bi domdarî got, ‘’Dema ku tenê gerîla rola xwe bilîze û gel temaşe bike em ê nikaribin tecrîda li ser Rêbertî bişkînin. Divê gerîla û gel bibin yek û hev temam bikin.’’

‘HETA KU TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ DOMDAR BE ŞER WÊ GEŞTIR BIBE’

Ronahî bi domdarî got, divê tevlêbûna li nav gerîla zêdetir û geştir bibe, çalakî zêdetir geş bibin û got, ‘’Ê ku dixwaz bi azadî bijî û koledariyê qebûla nakin, hemû gel dikarin tevlî nav refên PKK’ê bibin. Divê gelê me yê Elewî jî wiha xwedî li Rêbertî derkeve.’’

Gerîla Ronahî herî dawî got, ‘’Divê em û gel hev temam bikin. Heta ku tecrîda li ser Rêbertî domdar be şer wê geştir bibe. Heta ku ev tecrîd hebe çi hewce be em ê bikin. Hêviya me; Rêbertiya me, partiya me, gelê me û em in.’’