BI DÎMEN

Berxwedêrên Tişrînê: Em ê Bendava xwe biparêzin

Welatiyên ku vê kêliyê li Bendava Tişrîn li berxwe didin, diyar kirin ku ew ê heya dawî bendava xwe biparêzin û çeteyên hov ji welatê xwe derxînin.

BENDAVA TIŞRÎN

Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rojane li Bendava Tişrînê nobet digire da ku êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker têk bibin. Her wiha di her kantonekê de bi hezaran gel li hev kom dibin û bi karwanên gel re diçin Bendavê. Niha jî Gelê bajarê Kobanê li Bendavê nobet digrin.

Welatiyên ku vê kêliyê li Bedavê ne û berxwedanî raber dikin, ji ajansa me ANF’ê re wiha axivîn.

Mehabat Eymen ku ji bajarê Kobanê ye, wiha ji me re axivî: “Ez li Bendava Şehîdan im, ez li Bendava berxwedan û QSD’ê me. Em ti carî dest ji Bendava xwe bernadin em ê her dem Bendava xwe ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker biparêzin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku Bendava me dagir bike û gelê Hêrêmê bêav û bêelekitrîk, bihêle bi çetên xwe yên hov êrîşî me dike. Di heman demê de dewleta Tirk ji bo ku gel bitirsîne û îradeya wan bişkîne rojane gel dike hedef û bi balafirên xwe yên bê mirov û bi çek êrîş dike. Em li virin û ji dijminê hov natirsin. Em ê berxwedanî bikin ta dilopa dawî ya xwîna me. Em ê bi têkoşîna azadiyê Rêberê xwe rizgar bikin. Jiyana me ji bo têkoşînê ava bûye û em vê têkoşînê bernadin, bendava me jî wê ji destê dijmin derkeve.”

‘ÊDÎ BESE JI TOPÊN DEWLETA TIRK RE’

Dayka bi navê Xanim Hibû jî li ser berxwedaniya gel û QSD’ê wiha axivî: “Em wek dayikên bajarê Kobanê ev sê roj in li Bendava Şehîdan Tişrînê ne. Ji bo parastina xaka xwe em amade ne û em ê canê xwe jî ji bo Bendava xwe feda bikin. Em bi hezaran sivîl li ser Bendavê ne û em ê her li Bendavê hazir bin. Em gelê Kurd xwedî îrade ne û ti kes nikare îradeya me bişkîne ji ber ku em şagirtên Rêber Apo ne û hêza ku Rêber Apo daye me ti car nayê şikandin. Em ê xwe bi xwe Bendava xwe biparêzin bila kes alîkariya me neke û derbasî axa me nebe, ji ber ku îradeya me têrê dike ku em vê xaka pîroz rizgar bikin. Em li pişt QSD û YPJ’ê ne û eger ji me were xwestin ku em çek rakin û di çeperê şer de bi zarokên xwe re parastinê bikin, em ê bikin û li pêşiya vî dijminî bisekinin. Dewleta Tirk a dagirker rojane bi balafirên xwe yên şer êrîşî zarokên me dike û wan şehîd dixe, êdî bese ji vî dijminî re em nema qebûl dikin van balafiran. Ma qey zarokên me bê kes in, em xwîna zarokên xwe nadin. Bila Erdogan, bila dijmin baş bizane ev yek wê jê re nemîne û em ê tola xwîna zarokên xwe hildin. Ew çete çi bikin dê wê ji destê dayikên Kobanê xilas nebin heya ku em tola şehîdên xwe hildin. Şervanên me ji bo parastina ax û ava welat û gelê xwe çekan radikin. Dewleta Tirk rojane gel ji malên wan koç dike û tiştên xirab bi ser wan de tîne. Bila dijmin bizanibe ku em xwedî îrade û îdeolojiya Rêber Apo ne û em ti car gavek bi paş ve na avêjin.”

‘DEWLETA TIRK BIXWE TEROR E’  

Welatiyê ku niha li Bendava Tişrîn nobet digre Xelîll Mihemed El Alî diyar kir Bendav a wan e û ew ê dest ji bendava xwe bernedin û wiha got: “Ev Bendav Bendava me ye, ava me ye, em ti car dest ji ax û ava xwe bervandin. Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser me dijwar dike. Pêwîste êdî hesab ji Erdoganê faşîst were xwestin, ew çiqas êrîşî me bike em dest ji Bendava xwe bernadin, lê di mafê mirovan de nabe ku sivîl di sûcên şer de werin qetilkirin. Lê dewleta Tirk berovajî vê yekê rojane balafiran li ser sivîlan hil dide û wan qetil dike. Dewleta Tirk bi darê zorê dixwaze xaka me ji me bistîne ev yek terorîstiye, di cewher de ew terorîst e. Em di dawî de dibêjin ku çawa şervan û gelê me terorîstan ji Kobanê tune kirin em ê çeteyên Erdoxan jî ji xaka xwe tune bikin. Bila tevahî gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin Bendavê û Bendava xwe ji destê dijmin rizgar bikin.”