'Em dixwazin xweseriya Şengalê misoger bibe'

Rîham Hico bi bîr xist ku li Şengalê aliyekî sêyemîn heye, ew jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û got, "Nabe ku vîna vê encamûnekê ji nedîtî ve bên. Eger vê yekê nebînin wê pirsgirêka Şengalê mezintir bibe."

Şandeyek ji jinên Şengalê ku Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hico pêşengiyê jê re dike, li Silêmaniyeyê hevdîtinan dike. Hico bi hurdegulî derbarê rewşa Şengalê û peymana di navbera hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê de ya li ser Şengalê ji ANF’ê re axivî û diyar kir: "Weke Tevgera Azadî ya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) armanca me ya ji hatina Silêmanî ew bû ku bi çend aliyan re hevdîtinê bikin û ji nêzîk ve wana bibînin. Di heman demê de projeyek me hebû ku Kongre yan jî Konferansekê derbarê komkujiya li ser Jinan lidar bixin. Lê mixabin şewba korona derket û hemû rê hatin girtin."

Rîham Hico bal kêşand ser amadekariya ji bo konferansa jinan û helwesta aliyên ku serdana wan kirine û got: "Em dubare hewl didin ku wê konferansê li dar bixînin û îro em li vê derê ne û me hem ji bo mijara Şengalê hem jî ji bo amadekariya konferansê xwe da nasîn. Lê weke hûn jî dizanin di wê demê de mijara peymana di navbera hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê çêbû, piştî peymanê wek TAJÊ erkê me yê sereke ew bû ku bên û serdana aliyan bikin bê ka em çawa vê peymanê vala derxînin û sererast bikin. Ji ber ku ev peymane bêyî ku gotina Êzidiyan û nûnertiya rasteqîn a wan tê de hebe hatiye çêkirin."

Hico her wiha qala armanca peymanê kir û wiha pê de çû: "Em dikarin bêjin ku berjewendiyên Êzidiyan di wê peymanê de derxistine û nasnameya civaka Êzidî di nav de li ber çav nehatiye girtin. Karê ku DAÎŞ’ê nekarî bike wana didomînin û temam dikin. Ji ber wê armanca me ya ji serdana aliyan a vê carê ew e ku piştevaniya menewî ya gelê Êzidî bikin û bi hevre pirsgirêkan çareser bikin."

Rîham Hico hevdîtinên bi aliyan re kirin jî nirxand û da zanîn ku wan serdana kadroyên jin ên partiya Goran, kadroyên jin ên KNK’ê û îro jî serdana jinên YNK’yî kirine. Rîham Hico diyar kir: "Goran ji me re got ku ew ê piştgiriya me bikin lê ew jî gotin ku tiştek ji destê wan nayê, em ê gotin, dosya û daxwazên we bidin destê wekîlên xwe yên li Parlementoya Herêma Kurdistanê. Me wan jî hem weke jin hem weke giştî rexne kir, ji ber ku di derbarê wê peymanê de YNK û Goran helwesta xwe eşkere nekirine. PDK dibêje ku me peymanek çênekiriye belku Hikumeta Herêma Kurdistanê çêkiriye. Ev mijara me ya sereke bû ku me li ser gotûbêj kir ango ew aliyê Kurdî ku di nava hikumetê de ne çima bê dengin, bersiva wan bi vî şêwazî bû ku PDK di nava parlementoyê de xwedî giraniye û rêjeya kursiyê wê ewqasî zêde ne ku carna bêyî me jî peyman û hevdîtinan pêk tîne. Me ew nêzîkatî rexne kir û diyar kir ku eger hûn bi wê peymanê re ne helwesta xwe nîşan bidin û ragihînin, lê eger ne bi wê re bin jî wê çaxê helwesta xwe diyar bikin. Ji berku em weke Civaka Êzidî li hemberî bê dengiya we bi hêrsin. Her wiha me ew jî got ku pêwîste hûn helwesta xwe eşkere bikin, ji berku eger hûn eşkere nekin em ê wisa fêm bikin ku hûn jî di nava wê peymanê de ne."

Hico işaret bi daxwaziyên gelê Êzidî û yê Şengalê, her wiha hewldanên PDK kir û ragihand: "Em alîgirê gotûbêjin, 6 sal beriya niha me gotibû ku verin em bi hevre pirsgirêka Şengalê çareser bikin, 4 sal beriya niha jî me projeya xweseriya Şengalê îlan kir, projeya xweseriya Şengalê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Şengalê rêyekî rast bû. Me wê demê jî got ku komîteyekê ava bibe ku li ser pirsgirêkên Şengalê bisekîne. Yekem tişta me got ew bû ku pêwîste Şengal taybet be û xwe bi xwe rêve bibe û kesek din wê rêve nebe. Tişta duyemîn jî ew bû ku em dixwazin hêzên parastina Şengalê xelkê Şengalê bi xwe bin, ew hêza ku Şengal parastiye û xaka Şengalê paqij kiriye û aramî çêkiriye îro jî dikare Şengalê biparêze. Qeymeqam û her cure berpirsiyartiyekî din ku hebe pêwîste li ser esasê hilbijartina gelê Şengalê be, kesekî/ê serbixwe be û ne girêdayî partiyekî siyasî be. Raste rewşa Şengalê ya niha cudaye, lê kesek nîv PDK’yî jî be em qebûl nakin. Em yekê serbixwe dixwazin ku ji bo hemû gelê Êzidî bixebite. Daxwazekî din ê me heye, ew peymana hatî çêkirin bê sererastkirin, ji berku îro çi bi dilê Iraq û Herêma Kurdistanê be yan nebe aliyê sêyemîn heye û eger ew Encûmena Demokratîk a Şengalê û rêveberiya wê encûmenê ji nedîtî ve bên vê demê pirsgirêka Şengalê mezintir dibe. Pêwîste bi me re hevdîtin û lihevkirinê çêbikin, pêwîste ew aliyane weke aliyên sereke bin."

Rîham Hico di dewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku ew dixwazin wan kesên ku destê wan di radestkirina Şengalê û komkujiyê de hebûye bên darizandin û hesaba wê bidin û wisa domand: "Ew wisa dizanin ku komkujî û şer qediyaye, ya qewimiye jî binuximînin û pîne bikin weke ku ti tiştek ne qewimî be, em bi wê yekê razî nînin û qebûl nakin. Her wiha pêwîste ew destketên me bi dest xistiye bên parastin, daxwazên me zelal in. Daxwaza me ya herî sereke ewe ku xweseriya Şengalê mîsoger bibe, pirsgirêk li gorî hebûna Şengalê, Êzidî, bawerî û ew çandê bên çareserkirin. Ji bilî vê jî ne tenê hikumeta Iraqê, eger hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê, Emerîka û hemû hêzên cîhanê li hevbikin û eger gelê Êzidî jê razî nebe wê pirsgirêka Şengalê çareser nebe û kûrtir bibe. Aliyekê sereke li Şengalê heye û pêwîste bi wê aliyê re çareser bibe."

Rîham Hico qala zextên PDK’ê yên li ser vîna civaka Êzidî kir û ragihand: "Ragihandinên girêdayî PDK’ê hin kesan tînin ser ekranê û dibêjin em bi wê peymanê re ne, ew ê ku alîgirê wê peymanê ye girêdayî PDK’ê ne, ew kadro û parlementerên girêdayî PDK’ê ne. Her wiha ew kesên ku tên gel wan û di kampên wan de dimînin, kesê ku li kampê bijît vîna wî/ê li kû heye? Tu çi bêjî ew ê li pêşiya ragihandinê wê bêje, ji berku nikare bi azadî helwest û daxwaza xwe bîne ser ziman. Îro wanê ku bi azadî û bê minet diaxivin gelê Şengalê ye ku li ser axa xwe dijî. Lê PDK wan kesên ku li kampan de dijîn weke kaxez bikar tîne, wana weke mertalekê lê kiriye û li hemberî gelê Êzidî bikar tîne."

Rîham Hico helwesta ragihandinan jî nirxand û got ku niha ji bo Şengalê demekî dîrokiye, li Şengalê ajansên ANF NEWS, ROJNEWS, Ronahî TV û Sterk TV hene ku rastiya rewşê vedibêjin, lê ragihandinên mîna NRT, RUDAW û K24 û beşek ji kanalên din hene ku bêdengin û rojevê diguherînin, dixwazin rojev di berjevendiya PDK’ê de be. Em bi rêya ajansa we rexneyên xwe digihînin wana û me ew rexne ji aliyên pêywendîdar re jî ragihandiye. Ji berku wana rastiyê nabêjin û guh nadin gelê Şengalê û diçin bi Êzidiyên li kampan dimînin û girêdayî PDK’ê ne re hevdîtinan dikin, ê ew jî nikarin gotina rast bêjin."