Em dijmin fêhm dikin; bihar hat

Li çiyayên Kurdistanê moralê gerîla bilind e. Sedema vê jî eşkere ye: Bihar hat.

Em li herêma Zapê ne. Bêhneke giran a barûtê tê. Êrîşên bi balafirên şer dewam dikin. Rewşeke bi endîşe nîne. Moral di asta herî bilind de ye. Biryardarî di reşika çavan de tê dîtin. Sedema vê yekê dipirsim. Vê bersivê didin min: "Em psîkolojiya dijmin fêhm dikin. Sedema vê jî hatina biharê ye."

Bû çend roj ku hatime çiyayên Zapê. Li vê derê bi hezaran lehengan destan nivîsandin. Ne cara yekê ye ku hatime, lê belê cara yekê ye ku bi vî rengî bandor li min dibe.

Li navçeya Şeladizê ya Duhokê, ku em êvarê lê bûn, atmosfereke gelekî cuda hebû. Me ronahiya nava bajêr li pey xwe hişt û di nava şeva tarî de dest bi meşê kir. Piştî demekê rêzeçiyayên Kurojahro bi heybet derkete pêşiya me. Li pêşberî wê jî Çiyayê Barzan. Li aliyekî din Girê Cehennem, Girê Ertûş, Şikefta Birîndaran û herêma Zapê.

Gerîlayên di nava tarîtiyê rûyê wan xuya kir, derketin pêşiya me. Piştî bi xêr hatineke ji dil, me dest bi meşê kir. Kulîlkên bêhneke xweş ji wan tê, mizgîniya biharê ne. Her ku gavên me zêde dibin, em hîn bêhtir bi biharê dihesin. Piştî meşeke bi saetekê me xwe gihand cihê lê bi cih bibin. Sohbeta me heta derengiya şevê dewam kir. Di dawiyê de ji bo bêhnvedanê em bi xew ve çûn.

Bi berbanga sibehê re xweza bi hemû bedewiya xwe, xwe nîşan da. Rêzeçiyayên asî, bi heybet û bê dawî. Efsûnî ne. Li pêşberî vê bedewiyê, dil û mejiyê me rehet bû bûn. Di nava vê xeml û rewşê de dilê me rehet bû bû. Bihar hatibû çiyayên Kurdistanê. Ahengiya kulîlkên rengîn ên li çiyayên Zapê neqişîn, hêvî dida me û ken danîn ser rûyê me. Xwezayê bi dilsoziya bi qanûnên xwe re nîşan dida ku bihar nûbûn e. Çemê Çemço şewq dida.

Gerîlayên bi xwezayê re bûne yek, li nava van çiyayan bûne çîrokeke jiyanê. Gerîla dilsoze van çiyayan e, ku xwe dispêrin wan û jê hêzê digirin. Bi coş û daxwaza têkoşînê dagirtî ne.

BÊHNA GIRAN A BARÛTÊ

Mêtîngeriya Tirk ji bo vê bedewiya mirov û xwezayê biherimîne, jehrî bike, her di nava hewldanan de ye. Beriya em xwe bigihînin herêma Zapê bêhneke giran dihat. Ev yek encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk bû, ku hema bêjin her roj li ekranên TV weke 'nûçeya lezgîn' derbas dibe. Ji ber bomberdûmana giran, bêhneke giran a barûtê li nava xwezaya paqij belav bû.

BI KEN BERSIV DA

Di roja şeva duyemîn de, ji cîhazên ragihandinê yên gerîla anonsa 'li dijî êrîşên hewayî tedbîrên xwe bigirin' tê. Lê ti rewşeke endîşeyê li holê nîne. Berevajî, moral bilind e, biryardarî di çavên gerîla de tê dîtin. Li pêşberî vê yekê, pirsa 'Hûn çawa vê dikin?' dipirsim. Gerîlayek bi ken ev bersiv da: "Di her roket û bombeya diteqe de psîkolojiya tirsê ya dijmin heye. Em dijmin fêhm dikin. Sedema xwe jî ev e; bihar hat. Bi vê dizane, ji ber ku pê dizane hêzên xwe motîve dike."

Ya ku me li vê derê dît, berevajî îdîayên dewleta Tirk, gerîlayên di her kêliyê de amade ne, heye. Em êdî li vir in. Em ê qada şer bişopînin û her kêliyê wê parve bikin.