‘Em bi ruhê tolhildanê yê Bîşeng û Sarayê agirê berxwedanê geş bikin’

Koordînasyona Komalên Ciwan bang li ciwanên Kurdistanê kir û got: “Bi ruhê tolhildanê yê Bîşeng û Sarayan tevlî têkoşînê bibin, li dijî keriyên faşîst agirê berxwedanê geş bikin.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona Komalên Ciwan de ev tişt hate gotin:

“Şerê Azadiyê yê Kurdistanê mînaka herî şênber a vî şerê dîrokî ye. Ji bo ku gelê mazlûm û gelê ku di dîrokê de herî zêde hatî çewisandin, azad bibe bi pêşengiya Rêber Apo û PKK’ê ev nîv sedsale şer dewam dike. Li dijî herî hov ê dîrokê, di şexsê zarokên herî bedew û hêja yên gelê Kurd de berxwedana herî mezin, herî fedayî û pîroz tê raberkirin. Mîlîtanên fedayî yên Apoyî bi coş, kêfxweşî û hezkirin têkoşîneke şoreşê dimeşînin. Tişta ku PKK’ê ji yên din cuda dike û bêhempa dike, ev rastî ye. Yên ku bûn sedem têkoşîneke bi vî rengî bê hempa li ser piyan bimîne, şehîdên me ne.”

Di daxuyaniyê de şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha hatin bîranîn û ev tişt hatin diyarkirin:

“Li ser vî bingehî em pêşengên tevgera ciwan û jinên ciwan Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha ku 28’ê Tîrmeha 2023’yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bejna xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Di serî de malbatên hêja yên şehîdên me, em ji hemû gelê Kurdistanê û ciwanan re sersaxiyê dixwazin.

Hevrê Bîşeng ji sala 2010’an ku dîroka tevlîbûna wê ya nava refên Şoreşa Azadiya Kurdistanê ye û heya şehadeta xwe bû xwedî têkoşîneke bênavber. 13 salan girêdayî xeta Apoyî xwe fedayî ciwanên Kurdistanê kir. Bi mebesta ji ciwanên Kurdistanê re gihandina şêwejiyan û fikrên Apoyî li Kurdistanê cih nema ku neçûyê. Li Bakur dest bi tekoşîna xwe ya azadiyê kir û li Başûr, Rojhilat û Rojava bi xebatên şoreşgerî tekoşîna xwe domand. Çû her çar perçeyên Kurdistanê, bû xwedî kedeke bêhempa. Kurdistana perçebûyî, di şexsê xwe de anî li ba hev û kir yek perçe. Bi vî rengî kesayeta sînordar û perçebûyî ya ku dijmin hewl dide li ser Kurdan ferz bike, di serî de pûç kir û avêt. Bi tevahî jiya, li ber xwe da û şer kir. Di çarçoveya şoreşê de tevgeriya, li her derê bû û bi bawerî feraset û îradeya ji heqîqata Apoyî re xwe kesayeta xwe gihand serkeftinê. Di sala 2014’an de tevî ku ji aliyê dijminê faşîst ve dihat naskirin û lêgerîn jî bi îdîayeke mezin a şoreşgerî, derbasî bajarê serhildanê ê bakurê Kurdistanê Nisêbînê bû û weke pêşeng çalakiyên ciwanan bi rê ve bir. Bi armanca pêkanîna Şoreşa Bakur, tevî her cure zehmetî, talûke û astengiyan bi erk û berpirsiyariyên xwe û bi hewla layiqbûna ji Rêber Apo re bi ruheke li ber xwe da. Ev hesasiyeta xwe li hemû qadên şoreşê nîşan da, mezin kir û parast. Bi xebatên xwe yên li Başur û Rojhilatê ji aliyê ciwanan ve gelekî hate hezkirin û kete nava dilê wan û qezenç kir û di pêkanîna geşedanên girîng de bû xwedî roleke mezin. Li Rojava bi azweriya avakirina paradîgmaya modernîteya demokratîk bi şev û roj xebitî û ji bo ku çand û feraseta şoreşê ji ciwanan re bide zanîn û bi hemû hêza xwe xebitî.

Evîna hevrê Bîşeng a ji çiyayan re gelekî cuda bû. Esalet û heybeta çiyayên Kurdistanê di xwe de dihewand û ev yek bi eşkereyî nîşan dida. Tevî ku li bajaran jî jiyabû, dizanî ku li her derê bibe yeka çiyayî. Bi prensîb û pîvanên çiyayîbûnê re li her derê ku lê dima giraniya PKK’ê hîs kir û da hîskirin. Serpêhatî û esaleta wê bû sedem ku hevalên wê hurmet û hezkirineke mezin nîşanî wê bidin. Berxwedêrîya Cizîra Botan ji hemû aliyan ve pejirandibû. Jiyana bi xeletiyan re qebûl nekir û girêgayî rastiyên xwe heya dawîyê li ber xwe da. Girêdayî van yekan xeyala şerê li dijî dijmin di çeperên şer de yên li çiyayên Azadiyê yên Kurdistanê tim parast. Tim di wê baweriyê de bû ku şerê Botanî bi tolstandina ji dijmin û lêgerînên layiqbûna ji Rêber Apo re li qadên şer sekinîna li hemberî dijmin wê pêş bikeve û ji bo vê yekê gelekî li ber xwe da. Di vê wateyê de her tim bû xwedî ruheke şoreşgerî îdîayeke biîrade. Hemû jiyana xwe ya şoreşgerî bi sekneke milîtaniyeke têr û tije derbas kir.

Hevrê Bîşeng tim bi hîs û hesta deyndariya ji Rêbertî re jiyana xwe domand. Ji dil û can girêdayî Rêber Apo bû. Hemû kêliyên jiyana xwedi vê çarçoveyê de jiya û ji bo pêşxistina vê yekê gelekî li ber xwe da. Tevî hemû kiryaran kêmbûna li hemberî Rêbertî bi kûrahî hîs kir. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo xist navenda hemû xebatên xwe. Li gorî vê yekê jiya û li ber xwe da.Li gel xwe pîvanên azadiyê mezin kir û di xeta azadiya jinan de bû pêşengeke zana. Hevrê Bîşeng dizanî ku bi têkbirina zîhniyeta serdest a mêra wê hem xwe azad bike hem jî nêzîkî Rêber Apo bibe. Li hemberî hevaltiyê hevaltiyeke bi dil can û li hemberî dijmin jî dijminatiyeke mezin nîşan da. Rêheval Bîşeng bi van hemû taybetmendiyên xwe di Têkoşîna Azadiya Kurdistanêde bû şervaneka pêşeng û ji tevgera ciwanên Kurdistanê re bû kesayeta minak.

Hevrêya me Sara di sala 2011’an de tevlî Şoreşa Azadiya Kurdistanê bû. Ji navçeya Wêranşar a Rihayê ji dayîk bû. Tê zanîn ku Riha di dîrokê de temsîliyeta nirxên koka Kurdayetiyê dike. Hevrê Sara jî bi kesayeta xwe nirxên xaka ku lê ji dayik dibe îfade dikir. Her çend li Mêrsînê di bin bandora dagirkeriyê de jî mabû xwedî kesayeteke pak bû. Ne ji wan kesên ku gelekî ji dijmin bandor bûyîn bû. Rêheval Sara xwedî dilekî pak, zîhniyeteke pak, hestên xwerû û ruheke bicoş bû. Ji ber vê yekê jî bû xwedî sekneke wisa ku ji aliyê hevalên xwe ve gelekî dihat hezkirin û qîmete zêde jê re dihat dayîn Sara tê wateya xwebûnê, parastina xwebûn û şerkirina ji bo xwebûna xwe.

Hevrê Sara gelekî girêdayî nirxên xwe bû. Tevlîbûna wê ya ji bo refên gerîla girêdayî hilanîna tola birayê xwe destpê kir ku birayê wê ku di sala 1992’yan de şehîd bûbû. Xeyalên xwe yên zarokatitê paşguh nekir û kete li dû wan û bi hêrsa hesabpirsîna ji kiryarên dijminî jiya. Li hemberî dijmin gelekî jêhatî bû. Piştî ku ji zindanên dijmin azad dibe, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên wurşedar. Hem bi xwe fêrî îdeolojiya Rêber Apo bû û hem jî da fêrkirin. Ji şervanên ciwan re fikra Apoyî li ser jiyan, ked û xwerûbûna nîşan da. Li Mexmûr û Rojhilatê di perwerdekirin û birêxistinkirina ciwanên Kurdistanê de û ji bo bidestxistina îrade û hişmendiya têkoşînê de bû xwedî kedeke bêhempa û tesîreke mezin li ciwanên Mexmûr û Rojhilatê kir.

Hevrê Sara dilsoz bû. Di dilsoziya bi Rêber Apo, şehîdan û hevrêyan de xwedî tevlîbûneke fedayî bû. Li dijî êrîşên dijmin ji dervey parastina partiyê, Rêbertî û hevrêyên xwe tiştekî din nedifikirî. Li dijî êrîşên li ser Rêber Apo lêhêrbûnên xwe yên çalakiya fedayî raber kir û bi sekna xwe ya bi pratîk nîşan dida ku her kêliyê ji her tiştî re amade ye. Kesayeta xwe ya bi cewher gihand asta fedayîtiyê û îspat kir ku mîlîtanek pêşeng e.

Şehîdên me dara azadiyê ya Kurdistanê bi xwîna xwe av dan û li dijî faşîzma qirker ala berxwedanê li lûtkeyan bilind kirin. Em ê şehîdên xwe bikin manîfesyona xwe ya têkoşînê. Soza me ji hevrê Bîşeng û Sarayê re ew e ku hûn ê her tim di dil û hişê me de bijîn. Şerê me yê azadiyê wê bi fermandariya we ya manewî, bi ser bikeve û dewleta Tirk a faşîst wê li dijî ciwanên fedayî yên Apoyî têk biçe. Nirxên ku ji aliyê we ve hatine afirandin, keda we ya ji bo têkoşînê, kesayeta we ya bê hempa û sekna we wê ti carî di Şerê Azadiyê yê Kurdistanê de neyê jibîrkirin, wê timî bijî û bê jiyandin. Divê dijminê faşîst û qirker bizane ku ciwanên Kurdistanê wê Bîşeng û Sarayan di dilê xwe de şîn bikin û faşîzmê binax bikin. Hûn û keriyên we yên kujer heta ku ji xaka buhiştê ya Kurdistanê tên avêtin, wê dojehê bijîn û neçar bimînin ku bi agirekî berxwedanê re bijîn. Li ser vî bingehî banga me ji hemû ciwanên Kurdistanê re ev e: Bi ruhê tolhildanê yê Bîşeng û Sarayan tevlî têkoşînê bibin û li dijî keriyên faşîst agirê berxwedanê geş bikin!”