Peşmergeyên dêrîn, rewşenbîr û çavderên siyasî ên li Başûrê Kurdistanê ji herema Behdînan bi rê ketin. Diyar kirin ku her Kurdkî xwe bide paş an jî bibe dar û destê dijminî, wê heta hetayê tif û laneta dîrokê li ser guhê wan be.
ANF / BERFÎN BAGDÛ
QENDÎL
yekşem, 22 rêbendanê 2017, 16:41
Peşmerge, rewşenbîr û çavderên siyasî ên ku hatin Qendîl’ê ji ajansê mere axivîn.
Peşmergeya dêrîn ê li herema Behdînan Mesud Mîrzo bal kişans ser gîrîngiya yekîtiyê Kurdan, banga lidarxistina Kongrêya Netewî kir û ev tişt got:
'JI HER DEMÊ BÊHTIR DIJMIN ÊRÎŞÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN DIKE'
“Peyama min ew e ku Kurd hemû yêk bin li dijî dewleta Tirk a dagirker rabe ser lingan. Em hemû Kurd birayê yek in. Pêwîste em yêk dest bin û li beramberî dijmin rawestin. Eger Kurd li Kongrêya Netewî li dar bixin, wê yekîtiya Kurdan ava bibe. Pewîste Kurd li her derê bikeve nava liv û xebatê ji bo lidarxistina Kongrêya netewî. Em ji bo lidarxistina Kongrêya Netewî amadene. Em bang ji aliyên sîyasî dikin ku bi lezgînî Kongreya Netewî li dar bixin. Ji ber ku dijmin ji her demê bêhtir êrîşî destkeftiyên Kurdan ên li her çar parçeryên Kurdistanê dike."
'EM BI DIL Û CAN LI GEL GÊRÎLAN E, EM Ê MIL BI MILÊ WAN ŞER BIKIN'
Yêk jî berpirsê Komelêya Peşmergêya Dêrîn ê Dihok’ê Mele Sedîq jî axivî û destnîşan kir ku her kesekî Kurd an xwe bide paş an jî bibe dar û destê dijminî, wê heta hetayê tif û laneta dîrokê li ser guhê wan be. Sedîq wiha got: "Bila her kes baş bizane wê doza vî gelî ya rewa bi ser bikeve. Serkeftin wê her ya Tevgera Azadiya Kurd be."
Mele Sedîq herî dawî ev tişt gotin: “Hatina me ye ji bo Qendîlê, ew e peyamê dide ku Kurd dibin yêk. Em dixwazin peyame kê bidin aliyên siyasî ên Kurd jî çdî çi pêngavên xelet neyên avêtin. Yekîtiya gelê Kurd biparêz in. Qendîl ev 39-40 sale heye, çi dijmin nekariye Qendîlê bi dest bixe. Eger Kurd yêk bin, gerîla, şervan, peşmerge parêzvanên her çar parçeyên Kurdistanê ne. Her kesekî Kurd an xwe bide paş an jî bibe dar û destê dijminî, wê heta hetayê tif û laneta dîrokê li ser guhê wan be. Bila her kes baş bizane wê doza vî gelî ya rewa bi ser bikeve. Serkeftin her ya Tevgera Azadiya Kurd be. Em hatin bejin em li gel gerîlan e. Em bi can û dil li gel wan in. Pêwîst bike em ê mil bi milê wan şer jî bikin. Dijminê sereke yê gelê Kurd dewleta dewleta Tirk a faşîst e. Ji serdema Osmaniyan û vir ve neyartiya Kurdan dike. Hevîdarin ku aliyên siyasî, rewşenbîr, peşmergeyên Kurd, kesên dilsozê vê xelkê bizanibin ku yekîtiya me serkeftina me Kurdan e”.