'Em bi bavê xwe serbilind in, ev têra me dike'

Zozan Denîz keça rojnamevan Huseyîn Denîz ku sala 1992'an di encama êrişeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku ew bi bavê xwe serbilind in û wê li ser şopa wî bimeşin.

HUSEYÎN DENÎZ

Di ser qetilkirina rojnamevan-nivîskar Huseyîn Denîz re 32 sal derbas bûn. Denîz di 9'ê Tebaxa 1992'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hate qetilkirin. Denîz salên dûr û dirêj li navçeya Sêwereg a Rihayê û navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê mamostetî kiribû.

Denîz ku di dema darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê de hate binçavkirin, 3 salan li Girtîgeha li Amedê girtî ma. Denîz sala 1991'ê pirtûka ji gotinên pêşiyên Kurdan 'Gotina Pêşiyên Kurdan' û pirtûka 'Ji nav Ajalan' a ji çîrokên zarokan weşand.

'HEMAN ZEXT NIHA JÎ DEWAM DIKE'

Keça Denîz a ku li Wanê dimîne Zozan Denîz anî ziman ku ew bi hesreta bavê xwe mezin bû û got, "Her sal tiştên ku li ser gora wî têne gotin me serbilind dike, ev serbilindî têra me dike. Di wê dema zor û zehmet de bi pênûs û nivîsên xwe hilberandin. Bavê min ferhenga ji gotinên pêşiyan ên bi Kurmancî û Zazakî nivîsand. Zextên sîstemê îro jî dewam dikin. Ji wan hebû ku bi kuştina wan, bi kuştina kiryarên nediyar wê wan biqedînin, lê belê wê rojê jî nekarîn vê bikin, îro jî wê nikaribin bikin."

'EM Ê LI SER RÊYA WAN BIMEŞIN'

Denîz diyar kir ku Mûsa Anter xalê bavê wê bû û got, "Bavê min mezin kir û ew kir rojnamevan. Xalê min Mûsa tenê 40 roj piştî kuştina bavê min hate qetilkirin. Em ê li ser şopa wan bimeşin. Ez ji zarokên xwe re qala ziman, çand û jiyana me dikim. Wê demê bi kuştinê hewl dan bitepisînin, îro jî bi astengkirina govend, ziman, reng û kincên me hewl didin asteng bikin. Lê belê wê nikaribin bikin."