Elmas: Biryara derxistina hêzên biyanî divê Tirkiyeyê jî bigre nava xwe

Parlamentera Iraqê Elmas Fazil wiha got; "Dema li Iraqê qala derxistina hêzên biyanî tê kirin hêz hemû dikevin ber biryarê. Divê Hêzên dewleta Tirk jî bigre nava xwe."

Di 5’ê Çileyê de parlamenta Iraqê biryar da ku hêzên biyanî ji xaka Iraqê werin derxistin. Di vê biryarê de Herêma Kurdistanê jî heye. Ji ber ku li gorî destûrê Herêma Kurdistan ser bi Iraqê ye. Parlamentera Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Endama Desteya Yasayî ya Parlamenta Iraqê Elmas Fazil li ser mijarê axivî.

Elmas Fazil diyar kir ku ev biryar hîn biryar e û nebûye yasa û got; "Lewma pêwîste hikûmet vê biryarê bike yasa. Di rastê de karê hêzên biyanî yên di çarçoveya lihevkirinê de hatine ji bo tinekirina DAÎŞ’ê, temam bûye. Divê di vê çarçoveyê de ji bo derxistina hêzên biyanî biryar were dayîn."

‘ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ DIDOMIN, TIRKIYE JÎ DI NAVA HÊZÊN BIYANÎ DE YE'

Elmas Fazil bal kişand li ser hebûna leşkerên Tirk ên li Herêma Kurdistanê û destnîşan kir ku ev hêz rojane êrişan dike û got, "Hikûmeta Tirkiyeyê êrişên xwe yên li ser sînor berdewam dike. Eger qala derxistina hêzên biyanî bikin, biryar hemû welatan digire nava xwe. Emerîka, Îran û Tirkiyeyê jî. Biryar jî ji bo kêmkirina zextên li ser Iraqê ye ku di bingehê li Iraqê pêşbaziyên mezin ên navneteweyî heye. Mixabin Iraq bûye qada çareserkirina nakokiyan. Bi taybet nakokiyên siyasî ku serweriya xaka Iraqê binpê dike.Lewma biryara derxistina hêzên biyanî Tirkiyeyê ji digre nava xwe.”