Eksîk: Girtiyên siyasî divê tavilê bên berdan -NÛ BÛ

Parlamenterê HDP'î Habîb Eksîk got, kesên ku sûcên li dijî mirovahiyê û destavêtinê kirine ne di nav de, divê girtiyên siyasî hemû ji ber şewba vîrûsa koronayê bên berdan.

Hejmara mirovên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest didin her zêde dibe. Vîrûs li Kurdistanê û Tirkiyeyê jî belav dibe. Ji roja destpêkê ya eşkerkirina nexweşên li Tirikyeyê û vir ve, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, saziyên demokratîk û rêxistinên tenduristiyê dixwazin girtî tavilê bên berdan. Raya giştî bi taybetî zextê dike ku girtiyên temenê wan dirêj in û yên nexweş in bêşert bên berdan.

Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîb Eksîk got, kesên ku sûcên destavêtinê û sûcê li dijî mirovahiyê kirine ne di nav de, divê girtiyên siyasî hemû ji ber şewba vîrûsa koronayê bên berdan. Eksîk diyar kir ku divê desthilatdariya AKP'ê girtîgehan vala bike ku kapasîteya wan zêde ye û bi bîr xist, ku li girtîgehan tevdîrên ji bo paqijiyê bi têrkerî nehatine wergirtin.

Eksîk diyar kir ku bi hezaran kes ji ber nêrîna xwe girtî ne û got, "Ev girtî divê tavilê bên berdan. Lê belê hikumeta AKP'ê bi zanebû bi salane wan girtî dihêle. Eger ji ber şewba vîrûsa koronayê mirov jiyana xw eji dest bidin wê berpirsyar hikumeta AKP'ê be. Li girtîgehan tevî bi deh hezaran girtiyên siyasî, di ser 300 hezarî re mirov li girtîgehan tên hiştin. Em bang li hikumeta AKP'ê dikin: Di vê pêvajoyê de li gorî pîvana wekheviyê divê di serî de girtiyên siyasî girtî hemû bên berdan."