Ehmed: Pêwîstiya penaberên li herêma me bi alîkariya lezgîn heye

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed bal kişand ser pêwîstiya bi alîkariya xwarin û tenduristiyê ya ji bo koçberên hatine herêmên wan û ji sazî û hêzên navneteweyî xwest, ku di vê mijarê de bes xwe kerr bikin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, rewşa koçberên ji Reqa, Tebqa, Bab, Tel Efer û Meskenê hatine herêmên wan, nirand.

LI 2 KAMPAN BI QASÎ 70 HEZAR KOÇBER HENE

Ehmed diyar kir, di nava 15 rojên dawî de bi qasî 100 hezar koçber ji herêmên Reqa, Bab, Tebqa, Mesken, Tel Efer û Kerkûkê hatine û anî ziman, li ser daxwaza beşek ji koçberên hatine, derbasî aliyê Bab û Ezazê bûne. Ehmed anî ziman, penaberên mayî jî li 2 kampan bi cih bûne û tevî rêveberên Meclîsa Sivîl a Reqayê ew çûne serdana her du kampan.

Ehmed got, "Penaberên di demên dawî de hatin, me li 2 kampan bi cih kirin. Li kampekê 50 hezar kes dimînin. Ev kamp li navçeya Kerame ye.

Hejmara li kampa din jî kêm û zêde dibe. Di navbera 10-20 hezarî de ye. Me beriya niha jî ragihandibûn; gelek saziyên alîkariyê hene lê alîkariyeke cidî nîne. Gelek sazî alîkariyê ji Ewropayê digirin, lê alîkariyê nadin. Ev rewş nîşan dide, ku li hemberî herêma me planeke giştî heye. Bivê nevê mirov difikirin; gelo dixwazin bi rê û rêbazekê welatiyên Sûriyeyê bikujin an na. Gelo dibêjin, 'eger bi şer nebe, divê bi birçîbûnê bimirin. Eger ji nêza nemirin bila bi serma û germê bimirin'. Rewşeke bi vî rengî heye. Ji vê rewşê mirov vê yekê fêhm dikin."

''DYA Û KOALÎSYON NEKETIN NAVA HEWLDANEKE CIDÎ'

Ehmed diyar kir, wan hewl dan pirsgirêkên xwarin, stargeh û tenduristiyê yên koçberan bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û welatên koalîsyonê re çareser bikin û wiha dewam kir: "Me xwest bi hikumeta Amerîka re vê rewşê çareser bikin. Hem weke MSD, hem jî weke Meclîsa Sivîl a Reqayê me name şand. Yanî di vî warî de me ji Amerîka û Hêzên Koalîsyonê alîkarî xwest. Me xwest em bi hev re çareser bikin. Lê belê wan heta niha ti hewldaneke cidî nîşan nedan. Bi rastî jî ev yek tiştekî bê qebûlkirin nîne. Lewma divê ew vê rewşê ji nû ve binirxînin. Qet nebe, bersivê bidin pêdiviyên li kampan."

'JI BO PÊNGAVÊ DIVÊ AMADEKARÎ WERE KIRIN'

Di dewama axaftina xwe de Ehmed destnîşan kir, ku beriya destpêkirina qonaxa rizgarkirina navenda bajarê Reqayê ya Pêngava Xezeba Firatê, pêwîste di mijara penaberan de amadekariyên cidî werin kirin got, "Pêwîste amadekarî ji avakirina Kampa Reqayê re were kirin. Hê operasyon ji bo rizgarkirina navenda bajarê Reqayê dest pê nekiriye, lê ewqas penaber hatine. Eger dest pê bike, wê rewşeke gelekî cuda derkeve holê. Bajarekî bi qasî Mûsilê mezin e. Lewma beriya destpêkirina operasyona dawî ya rizgarkirina navenda Reqayê, lazim e amadekarî bên kirin. Bêderfetî, serma û nexweşiyê heta niha rê li ber mirina 38 penaberên ji Reqayê hatine vekirin. Hin ji van zarok bûn. Ev yek bi rastî jî rewşeke gelekî giran û trajîk e. Berpirsyariya vê yekê li ser milê welatên Ewropayê û hêzên koalîsyonê ye."

ŞANTAJA TIRKIYEYÊ YA 'PENABERAN'

Îlham Ehmed got, "Welatên Ewropayê mîlyaran dolarî dide welatên ku qet pêwîstiya wan pê nîne. Dema ku Tirkiye dibêje 'ewqas penaber hene, pêwîstiya min heye', cîhan tev ji bo Tirkiyeyê dikeve rewşa alarmê. Ev yek tê wê wateyê ku ev mijar tenê ji bo berjewendiyan e. Yanî bi feraseta 'bila penaber ber bi aliyê me ve neyê, em pere bidin' tevdigerin. Her kes dizane ku ne li Tirkiyeyê ne jî li cihekî din, ewqas penaber nîne. Di rewşa heyî de penaber ber bi wî alî ve jî naçin, li herêma me dimînin."

Ehmed anî ziman, tevî penaberên li gund, bajar, bajarokan ên li kampan û li gel xizmên xwe dimînin, hejmara penaberên li herêmên wan bi sed hezaran e û got, ew di bin barekî giran de ne. Ehmed wiha dewam kir: "Ev mirov hemû ji malên xwe derketine û nekarîne tiştekî bi xwe re bînin. Tiştek bi wan re nîne û bi vî awayî tên mala me. Bêguman ev yek jî barekî giran e. Ji ber vê yekê, rewşeke lezgîn heye ku divê alîkarî bê kirin. Saziyên alîkariyê yên navneteweyî yên li vê herêmê, divê bikevin nava liv û tevgerê."

'DI MIJARA TENDURISTIYÊ DE LAZIM E BI LEZGÎNÎ TIŞTEK BÊ KIRIN'

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed diyar kir, pirsgirêka sereke ya penaberan pirsgirêka tenduristiyê ye û ji bo jî banga alîkariya lezgîn kir.

Ehmed anî ziman, rewşa tenduristiyê ya penaberan bi têra xwe giran e û got, "Doktor û derman nîne. Doktorên sînornenas li vir kar dikin, lê heta niha wan jî ti alîkarî nekirine. Mesela, kampa Kereme ji bo mayîna gel ne cihekî guncaw e. Mînak; havînê dûpişt lê gelek in. Divê tedbîr ji vê re bê girtin. Lazim e derman were, li nava kampê jî klînîk hebe. Ev bi rastî jî pêwîstiyên acîl in."

Ehmed destnîşan kir, eger tedbîrê pêwîst neyên girtin wê penaber berê xwe bidin welatên din an jî Ewropayê.

'ARMANCEKE TAYBET LI DIJÎ ŞEDDADÊ HEYE'

Ehmed êrîşên demên dawî yên li hemberî kampên penaberan ên li Efrîn, Hol û Şeddadê bibîr xist û got, bêdengiya hêzên navneteweyî li pêşberî van êrîşan cihê tirs û fikaran e.

Ehmed got, "Li hemberî penaberên li Efrînê êrîşek hate kirin. Mixabin kes li ber vê ranebû, kesî daxuyaniyek jî neda. Li Holê, li dijî koçberên ji Iraqê hatin kampê êrîşek hate kirin. Berê me xwest wan derbasî herêmên Iraqê yên hîn bi ewle bikin. Lê belê hikumeta herêmî û hikumeta Iraqê ev qebûl nekirin. Yanî di vî warî de nêzîkatiyeke cidî nebû. Ji ber nebûna derfetan, me li cihekî nêzî sînor kamp çêkir. Bi derfetên xwe me hewl dan alîkariyê bikin. Lê belê ev êrîşa hate kirin, ji derve hat û êrîşkar bi penaberan re derbas bûn. Mirovên sivîl qetil kirin. Êrîşek ji nişka ve bû û di heman demê de hêzên me li ser sînorê Tirkiyeyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ber xwe didan. Yanî bal kişandin ser sînorê Tirkiyeyê û ji pişt ve lê dan. Wekî din li aliyê Şeddadê êrîşek hate kirin. Çete dixwazin li vê derê hem hucreyên xwe ava bkiin, hem jî êrîş bikin. Em van êrîşan ji dewleta Tirk cihê nabînin. Dibe ku Îran jî di nava van êrîşan de hebe, lê em nizanin. Bêguman ev êrîş balkêş in. Tîpên ev êrîş kirin, naşibin DAIŞ'iyên bi tevger. Me lêkolînek dan destpêkirin, em ê eşkere bikin."

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir, her tim hewl tê dayîn êrîş li Şeddadê were kirin û di vir de israr heye. Ehmed bibîr xist, ku ev herêm dewlemend e, cihekî stratejîk e ku Dêra Zor û Hesekê bi hev ve girê dide û got, "Em êrîşa li dijî Şeddadê û israra di van êrîşan de lêkolîn dikin. Em lêkolîn dikin, bê ev lîstika kîjan hêzan e. Em niha nizanin bê kîjan hêz li pişt van êrîşan hene. Tirkiye ye yan jî welatekî din... Yên van êrîşan dikin, xwedî armanceke taybet in. Heta niha li vê herêmê ewqasî israr nekiribûn. Hucreyên vşartî ava dikin, provokasyonan dikin û êrîş dikin. Wekî din ji aliyê Iraqê ve êrîş dikin. Bêguman ev balkêş in û lazim e li ser bê sekinandin. Em jî lêkolîn dikin."