‘Egîdê serê çiyê, hevalê rojên giran bû!’

Şengaliyên ku Fermandarê HPG'ê Egîd Civyan nas kirî û pê re mayî behsa wî, kesatî, têkoşîn û dilsoziya wî ya azdiyê û hêrsa wî ya li hemberî dagirkerî û qirkeriyê kirin.

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan (Vahiyettîn Karay) 11’ê Îlona 2020’î li Wanê di şerekî li dijî artêşa Tirk de şehîd bibû. Egîd Civyan yek ji fermandarê gerîla bû ku dema DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir û xwest fermanê di serê civaka Êzidî de bîne, tevî hevrêyên xwe çûyî hewara gelê Şengalê û DAÎŞ têk bir. Egîd Civyan, ji destpêka şerê li dijî DAÎŞ'ê heta rizgarkirina herêmê li Şengalê mabû li dijî DAÎŞ'ê şer kiribû û pêşî li fermana di serê civaka Êzidî de girtibû. Şengaliyên ku di vê pêvajoyê de Egîd Civyan nas kirî, pê re mayî, behsa kesayetî û têkoşîna wî, hezkirina wî ya gel û hêrsa wî ya li hemberî neyaran kirin.

‘EGÎDÊ SERÊ ÇIYA, HEVALÊ ROJA GIRAN’

Heso Birahîm ku ji nêz ve Egîd Civyan nas kirî û bûyî şahidî şer û têkoşîna wî ya li dijî DAÎŞ'ê got: “Egîdê serê çiyê, hevalê rojên giran bû. Pêşiyê em fermandarê mezin, fermandarê rojên giran, fermandarê gerîla Egîd Civyan bibîr tînin, sersaxiyê ji malbata wî, hemû malbatên şehîdan û tevahî hevrêyên wî gerîlayên HPG'ê û gelê xwe re dixwazin. Şahadeta fermandar Egîd, weke tevahiya gelê Kurdistanê, ji bo me xelkê Şengalê jî xem û êşeke mezin bû. Bi şahadeta hevalê Egîd re careke dîtir ew kul û kovanên rojên reş û nexweş hatin bîra miletê me.

Xelkê Şengalê Egîd Civyan di rojên teng û zehmet de nas kir. Hevalê Egîd li Şengalê ji bo xelkê me sembola hebûnê bû. Xelkê paşnavê wî nizaniya, ji bo ku tim li çiyê ew didîtin û li wir nas kiribûn, jê re digotin ‘Egîdê Serê çiyê’, ji bo gelê me Egîdê serê çiyê, navenda ewlehî, bawerî, hêvî û çareseriyê bû.”

‘SEMBOLA BERXWEDANÎ, HÊVÎ Û RIZGARIYÊ’

Birahîm wiha domand: “Bi gotina em nikarin heqê pênaseya hevalê Egîd bidin. Ew, hevalê hemû xelkê Şengalê bû. Hevalê Egîd hem heval, hem jî dilsozê gel bû; xwarin-vexwarin, cil û bergên bi dest ketî ji şervanan dibirî, da gel. Wê demê kîloyeke ard ji bo gelê me ji malê dinê girîngtir bû. Ew tiştê ku hevalê Egîd ji xelkê me re kirî, ji milyon dolar û dînarê bi qîmet û binirxtir bû. Ew ardê ku hevalê Egîd ji devê şervanên xwe birî û dayî gel, xelkê me ji birçîbûn, ji mirinê deranî, xilas kir. Ji bo wê jî hevalê Egîd ji bo gelê me bû sembola berxwedanî, hêvî, sebr û rizgariyê.

Wê demê ji ber ku pêşmerge bi hatina DAÎŞ'ê re Şengal terikandibûn, bertek û hêrseke mezin a xelkê Êzidî li hemberî pêşmergeyan hebû. Dema pêşmerge xwestin vegerin Şengalê ciwanên Êzidiyan xwestin nehêlin bên Şengalê. Lê Egîd Civyan got ‘ew jî Kurd in, dibe ku berpirsyarên wan xiyanet kiribe lê ti gunehê pêşmerge nîn e’ û pêşî lê girt ku zerer bigihije pêşmergeyan. Lê paşê wan xiyanet li hevalan kirin û cihê gerîla rastî êrîşî balafirên dewleta Tirk hat.

Hevalê Egîd tim hewl dida ku civakê rêxistin bike da ku li hemberî her cure metirsî û êrîşê li ber xwe bide, amade be û êrîşên dijminan vala derxe. Ji bo wê gel perwerde û zane dikir. Ji bo tifaq û yekrêziya hêzên Êzidî bû xwedî hewldan û ked.

Îro xelkê Şengalê, zarokên Şengalê bi xêra ked û xwîdana hevalê Egîd û hevrêyên wî bi aram radizên û dijîn. Hevalê Egîd wê her tim di dilê me de, li Şengalê li ba hemû civaka me bijî.”

‘BI HEWARA XELKÊ ŞENGALÊ HAT’

Biro Berkat jî anî ziman ku şahadeta Egîd Civyan ji bo wan gelek bi êş û xem e û diyar kir ku Egîd Civyan nirxekî pîroz ê civaka Êzidî bû û wiha pêde çû: “Sala 2014’an gelek hêz û rêxistin li Şengalê hebûn lê dema DAÎŞ hatî Şengal terikandin û bazdan çû. Lê belê fermandar Egîd ji çiyayên azad ên Kurdistanê xwe berda hat hewara xelkê me. Mixabin me gelek mêrxasên weke Egîd dane û em bi şahadeta wan diêşin, lê belê li hemberî êrîşên dijminan ên qirkirinê bê bedel jî nabe.

Hevalê Egîd, dema gelê me bi metirsiya fermanê re rû bi rû ma, bê fikar û bêyî ku sînoran nas bike hat hewara xelkê me. Weke Derwêşê Evdî, weke Şêxmisê Elqûsî, weke Êzidî Mîrza hevalê Egîd li hemberî qirkirina li ser Êzidiyan sekinî û bû remzeke miletê me.

‘PÊŞENG BÛ’

Berkat bal kişand ser têkoşîna Egîd Civiyan û got: “Hevalê Egîd ji sala 2014’an heta 2017’an li Şengalê ji bo xelkê me têkoşîn kir, ked da. Çawa ku Mam Zekî Şengalî stûna tifaqa miletê Êzidî û Êzidxanê bû, ew jî remza serketin û xwe rêxistinkirinê bû. Lewre ked û hewldana hevalê Egîd di avakirina YBŞ û YJŞ’ê de geleke. Hevalê Egîd ji hevalê xwe re heval, ji dijminê xwe re dijmin xedar bû. Her tim pêşeng bû. Lewma dijmin pêşeng, Egîd û xweşmêrên me dike hedef ku civaka me bêpêşeng bihêle, bê serî bihêle. Dijmin wê nekare bigije armanca xwe.

Em careke dîtir di serî de ji malbat, heval û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Şehîdên me her tim wê bi me re bin û em ê wan bijînin. Em ê her tim li pey doza hevalê Egîd bin.”

‘KED Û BERDÊLEK MEZIN JI BO ŞENGALÊ DA’

Heyder Şemo jî bal kişand ser rol û pêşengiya Egîd Civyan a berxwedana li dijî qirkirina civaka Êzidî û wiha got: “Me Egîd Civyan, di rojên teng de nas kir. Kesayetiya wî ya fedakar, dilnizm, wêrek, çêker û hemêzker, ji dijminên xwe re jî bitirs û heybet bû. Egîd Civyan ji bo civaka Êzidî nirxekî payebilind û pêşengekî bêhempa bû. Ked û berdêlên mezin li ber Şengalê da, ew keda wî lê helal be. Hevalê Egîd hem rizgarkerê bi sedan xelkê me bû, hem jî parêzvanekî hêvî dayî civaka me bû. Egîdên me ti caran namirin wê her bi me re bijîn.”