'Eger têkoşîna gel û gerîla bibe yek wê li Kurdistanê siya dijmin jî nemîne'

Gerîlayê HPG’ê Kawa Evren destnîşan kir ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bê anîn, wê wezîfeya xwe bi cih bînin û got, "Eger em gel û gerîla bi hev re têbikoşin, li Kurdistanê siya dijmin jî namîne."

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî giran dewam dike. Gerîlayê HPG'ê Kawa Evren tecrîda li Îmraliyê û êrişên li Kurdistanê nirxand. Kawa Evren bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demeke dirêj e tecrîdkirî ye û got, "Tecrîdkirina Rêberê me di heman demê de tecrîdkirina gelê Kurd e. Dijmin baş zane ku Rêberê me ji bo wan metirsî ye, lewma tecrîdê roj bi roj dişidîne. Ji bo em bersivê bidin tecrîdê, ji aliyê leşkerî û siyasî ve li her qadê divê em bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Tenê bi vî rengî em dikarin Rêberê xwe azad bikin."

Gerîlayê HPG'ê Evren bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û got, "Em çiqasî derbê li dijmin bixin, wê ewqasî hewcedarê Rêberê me bin. Berxwedana hevalan gelekî zorê dide dijmin. Dewleta Tirk ji ber vê yekê ji her alî ve dest bi êrişê kiriye."

'DEWLETA TIRK DI NAVA KAOSEKE MEZIN DE YE'

Gerîla Evren ragihand ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beşek ji şerê taybet e û got, "Dijmin ji bo gel nikaribe hêzê ji rêbertî werbigire tecrîdê dike. Sîstem rêbertî li dijî xwe weke metirsiyê dibîne, lewma tecrîdê dişidîne. Hêzên hegemonîk hemû jî piştgiriyê didin dewleta Tirk a ku tecrîdê dişidîne.

Dewleta Tirk niha di nava kaoseke mezin de ye, ji bo karibe ji vê kaosê derkeve êrişî Rêbertî û Kurdistanê dike. Rizgariya xwe di van êrişan de dibîne. Bi vî rengîd ixwaze gelên Tirkiyeyê bixapîne. Eger têkoşîna gel û gerîla bibe yek, mîna ku hevalê Reşîd got, li Kurdistanê wê siya dijmin jî nemîne."