'Eger em yek bûna, wê ferman li Şengalê ranebûya'

Êzidiyên tevlî şêwra yekîtiya neteweyî ya li Silêmanî bûn gotin, "Eger gelê Kurd yek bûya, wê fermana sala 2014'an li Şengalê ranebûya."

Êzidiyên tevlî şêwra yekîtiya neteweyî bûn gotin, ", "Eger gelê Kurd yek bûya, wê fermana sala 2014'an li Şengalê ranebûya." Delegeyên Êzidî yên bi navê Dijwar Evdal û Cîhan Celo ji ANF'ê re axivîn.

Dijwar Evdal, ku li ser navê Mala Êzidiyan ji Rojavayê Kurdistanê tevlî şêwrê bû, destnîşan kir ku polîtîkayên mêtingeriyê yên li ser gelê Kurd bi yekîtiyê dikarin ji holê bên rakirin. Evdal got, "Em Êzidî beriya her tiştî yekîtiya Kurdan dixwazin. Ji bo em dijmin ji ser axa xwe derxînin, divê em bibin yek. Ji bo pêşî li dek û dobalên li ser me, axa me, çand û zimanê me digerin, divê em bibin yek."

Evdal destnîşan kir, ku pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiyê heye û wiha dewam kir: "Ji bo em karibin bi maf û rengê xwe cihê xwe di nava gelên cîhanê de bigirin, divê em yek bin. Ji bo em rêyekê bibînin ku dawî li êş û azarên xwe bînin, em li vir in."

Delegeya Êzidî Cîhan Celo jî diyar kir, ku çi hatibe serê gelê Kurd ji ber neyekbûna wan e û anî ziman, ku pêwîstiya gelê Kurd bi lezgînî bi yekîtiyê heye. Cîhan Celo got, "Hêvîdarim ev kongre wê bibe bersiveke baş li hemberî dijminên me. Ji bo careke din ferman li gelê Kurd ranebe, bi taybetî ji bo bûyerên bi serê Êzidiyan ve hatine careke din dubare nebin, divê em bibin yek."

Cîhan Celo got, "Eger beriya 3'ê Tebaxa 2014'an em yek bûna, hêzên me yên parastinê di bin sîwanekê de bûna, fermana li gelê Şengalê rabû, wê rû neda" û wiha dewam kir: "Hingî bi hezaran jinên Êzidî nedihatin revandin, bi hezaran nedihatin kuştin û bi sed hezaran Êzidî neçar nedibûn ku koç bikin. Ji bo em pêşî li dijminên xwe bigirin, lazim e em bibin yek. Hêvîdarim ev yekîtî wê pêk were."