Edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Bûldan jiyana xwe ji dest da
Edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Bûldan, berêvarî bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
Edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Bûldan, berêvarî bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.
Evîn Bûldan a ku edîtora rojnameya Rojeva Medyayê bû ku ev rojnamea bi Biryarnameyên di hukmê Qanûnan de hatibû girtin, berêvarî li ber mala bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Evînê bi ambûlansê anîn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyûbî û ji bo veşartinê wê bibin warê wê Geverê.
Rojnamevan Bûldan, piştî girtina rojnameya Azadiya Welat a ku gelek salan ew tê de xebitîbû, di rojnameya Rojeva Medyayê de edîtorî dikir.