Edalet ji qeyûm re ma

Cemîl Ozturk ê weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê bi cih bû, mîna dozgerekî tevdigere û ji karkerên ji kar derxistin ragihand 'têkiliya we ya bi rêxistinê re hat tespîtkirin'.

Cemîl Ozturk ê weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê hat bicihkirin, bi sedan karker ji kar derxist. Herî dawî 29 karmendên kadro û xwedî peyman ji kar derxist. Piraniya kesên ji kar hatine derxistin, kadroyên rêveberiya şaredariyê ne. Qeyûm Ozturk ku di heman demê de xwe weke dozger dibîne, ji kesên ji kar hatin derxistin re got, 'têkiliya we ya bi rêxistinê re hat tespîtkirin'. Di agahînameyê de nehat eşkerekirin, bê rewşeke çawa hatiye tespîtkirin û karker xwedî têkiliyeke çawa ye bi rêxistinê re. Bi vê yekê re qeyûm rê li ber darizandina karkeran jî vedike. Kesekî nêzî qeyûm agahî da û diyar kir, di demeke nêz de wê karkerên ji kar hatine derxisitn bikevin ber lêpirsînê û werin darizandin. Eger doz bê vekirin, wê ev agahînameya ku qeyûm şandiye, dibe ku bandoreke xurt li biryara heyeta dadgehê bike.