Ebdullah: PKK li dijî terora Tirk şer dike, PDK jî alikarê Erdoğan e

Parlamenterê Iraqê yê Tevgera Goran Hûşyar Ebdullah têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk ragihand ku divê hikûmeta Iraqê li dijî êrîşên Tirkiyê helwest nîşan bide û got; “PKK li dijî terora dewleta Erdoğan şer dike. PDK jî alikarê sereke yê Erdoğan e."

Parlamenterê Tevgera Goran li Parlamentoya Iraqê Hûşyar Ebdullah li Ofîsa Parlamentoyê ya li Silêmaniyê têkildarî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan û şandiya mûçeyên karmendan ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Parlamenterê Tevgera Goran Hûşyar Ebdullah wiha got; “Ebadî ji bo di hilbijartinên dema pêş de serbikeve li gel Nêçîrvan Barzanî li hev kiriye ku ew bi rêya herêmê mûçe bişîne û ew jî piştgiriya wî di hilbijartinên dema pêş de bikin. Ji ber ku Ebadî ditirse ku PDK li gel Malikî li hev bike.”

‘DIVÊ HIKÛMETA IRAQÊ DE DEV JI HELWESTÊN ŞERMEZARKIRINÊ BERDE’

Li ser dagirkerî û bombebarana dewleta Tirk jî Hûşyar Ebdullah wiha got; “Pêwîst e dewleta Iraqê li ser vê helwestek zelal hebe û li dijî Tirkiyê karên yasayî bike. Divê hikûmeta Iraqê dest ji helwestên xwe yên tenê şermezarkirinê berde.”

‘LI IRAQÊ ALÎKARÊ SEREKE YÊ TIRKIYEYÊ PDK YE’

Hûşyar Ebdullah rexne li PDK’ê jî kir û got; “Ji bo PDK’ê şerme ku qala derxistina baregehên PKK’ê ji Herêma Kurdistanê dike ku di demek li herêmên di bin destê PDK’ê de zêdetirê 20 baregehên leşkerên Tirk hene. Rast e li Iraqê alikarê yekem ê Tirkiyê PDK ye.”

‘PKK ŞERÊ TERORA TIRK DIKE, PDK JÎ PIŞTGIRIYA ERDOGAN DIKE’

Di dawiyê de jî Hûşyar Ebdullah li ser rawestandina seferên hewayî ji bo balafirgeha Silêmanî ji aliyê Tirkiyê ve jî got; “Armanca dewleta Tirk parçekirina Herêma Kurdistanê ye. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Tirkiyeyê bide. Her wiha Silêmanî piştgiriya terorê nake. PKK li dijî terora dewleta Erdoğan şer dike. PDK jî alîkarê sereke yê Erdoğan e.”