Dundar: Dewlet ditirse

Parlamentera HDP'yî Pero Dundar got, tevî ku mûxatab derneketiye holê jî wê têkoşîna Dayikên Şemiyê mezintir bikin û destnîşan kir ku dewlet ditirse.

Parlamentera Mêrdînê ya HDP'yî Pero Dundar ku xizma windakiriyan e, nerazîbûn nîşanî êrîşa rejîma AKP'ê ya li dijî Dayikên Şemiyê da. Bavê Dundar Hasan Dundar, 13'ê Cotmeha 1993'an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dema li dikana xwe bû ji ber êrîşeke çekdarî jiyana xwe ji dest da. Tevî ku lêpirsîn hate vekirin û serî li hemû deverên erkdar hate dayin jî, 25 sal in kiryarên kuştina Dundar hîn 'nehatine dîtin'. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Tirkiye bi dayina tazmînatê mehkûm kir.

GORA XWE HEYE, KIRYAR NÎNE!

Dundar diyar kir ku gora bavê wê heye, lê kiryar nehatine dîtin û got, "Wê wextê kesê destpêkê yê li Nisêbînê hate kuştin bavê min bû. Kuştina mirovan piştre dewam kir. Ji bo kiryar bên eşkerekirin soz hatin vekirin. Malbat bi salan li salonên dadgehê geriya. Lê belê kiryar nehate eşkerekirin."

Dundar şerê qirêj ê ku Tansû Çîller û Mehmet Agar dimeşandin bi bîr xist û got, "Rayedarên wê demê qet nehatin darizandin û ceza li yekî ji wan nehate birîn. Berevajî vê yekê xelat ji wan re hate dayin. Eşkere ye ku AKP niha hevkariyê bi Çîller, Agar û MHP'ê re dike. AKP konsepta wê wextê dipejirîne. Dibe ku wê konseptê hîn dijwartir bike. Rangerê vê wextê ketine şûna torosên wê demê."

ÎNSANÎ Û HIQÛQÎ YE

Dundar destnîşan kir ku çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiyeke demokratîk, însanî, hiqûqî û mafdar e û wiha pê daket: "Ji bo dayikekê ya jî jinekê, ji dîtina zarok, hevser an jî xizmekî xwe yê windakirî girîngtir tiştek nîne. Pêwîste jiyana mirovekî berî berjewendiyên welat û dewletê be. Ji ber ku mirov nebe, dewlet û welat jî nabe. Kêm jî be eger bi demê re bûyerên windakirinê hinekî sekinînin, ev yek bi saya çalakiya bi biryar a Dayikên Şemiyê ye."

'JI KONSEPTA 93'AN GIRANTIR E'

Dundar bi bîr xist, Dayikên Şemiyê ji ber ku serî ji hewldanên xwe yên demokratîk û serlêdanan negirtin dest bi çalakiyeke wiha kirine û got, "Serokwezîrê dema xwe Recep Tayyîp Erdogan bi Dayikên Şemiyê re rûnişt û di vê mijarê de soz da dayika Berfo. Erdogan li ser soza xwe nesekinî û dayika Berfo wextekê li malê girtî hiştibû. Ji hêrsa vê yekê dayika Berfo jiyana xwe ji dest dabû. Dewlet ti carî li ser soza xwe nesekinî û berevajî sozên xwe tevgeriya. Dewletê xelat da kiryarên windakirinan. Konsepta sala 1993'an a Çîller û Agar bi rengekî hîn dijwar ji aliyê Erdogan û tifaqên wî ve tê meşandin. Pêwendiya gotinên Soylû bi vê yekê re heye. Êrîşa dawî ya li Dayikên Şemiyê hate kirin, dewama vê yekê ye."

KOMÎSYON JI BO VÊ YEKÊ GELEKÎ GIRÎNG BÛ

Dundar destnîşan kir, Komîsyona Lêkolîna Rastiyan a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kir gelekî girîng e û wiha dewam kir: "Birêz Ocalan ji agirbesta 93'an û vir ve timî digot, 'bila rastî werin eşkerekirin, sûcdar, berpirsyar derkevin pêşberî edaletê'. Ji bo ronîkirina hin tiştan, pêwîste hesab bê dayin. Paşeroj li ser xirbeyekî nayê avakirin. Her tişta li ser xirbeyekî bê avakirin wê hilweşe. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan mîna her carê li ser bingeha demokrasiyê pêşniyara 'Komîsyona Lêkolîna Rastiyan' li dewletê kir. Xwest ku hesabê dema bihurî bê dayin, her tişt bê ronîkirin û bi vî rengî xwe komî ser hev bike. Ji bo afirandina Destûra Bingehîn a Demokratîk komîsyonek û heyeta Mirovên Aqilmend pêşniyar kir. Ji bo demokratîkbûna welêt hemû rê û rêbazên demokratîk pêşniyar kir. Bi navekî cuda hatibin avakirin jî nîqaşên berfireh hatin kirin. Xizmên windakiriyan cihê xwe di nava vê komîsyonê û heyetan de girtin. Lê belê nehate xwestin ku encam jê bê girtin û her tim hate astengkirin. Di oxira vê yekê de Dayikên Şemiyê gotin, 'eger wê aştî pêk were, dewlet demokratîk bibe, em amade ne hewl bidin ku êşa zarokên xwe ji bîr bikin'. Tevî vê yekê jî naveroka vî karî hate valakirin. Birêz Ocalan got, 'eger hûn bêjin temam' di nava 24 saetan de wê her tişt çareser bibe. Lê belê dewlet ti carî ji dil tevnegeriya û pêşî li çareseriyê girt. Tecrîd girantir kir û dawî li muzakereyan anî."

ÇALAKIYA DAYIKAN WÊ WERE MEZINKIRIN

Parlamentera Mêrdînê Pero Dundar diyar kir ku li gel zext û zordariyan jî ew pê bawer e ku çalakiya Dayikên Şemiyê wê mezintir bibe û got, "Her tişt bi gotina şexsekî ve hatiye girêdan, meclîs jî desteya wezîran jî li gorî vê yekê hatine avakirin. Ev deste ji bilî windakirina welêt tiştekî nake. Tevî ku mûxatab dernakeve holê jî ev têkoşîn wê mezintir bibe. Dewlet ji mezinbûn û xurtbûna vê têkoşînê gelekî ditirse." Dundar destnîşan kir ku haya civakê êdî ji vê heye û pê bawer e ku bi têkoşînê wê karibe her tiştî çareser bikin. Dundar got, "Weke HDP'ê em ê timî bi Dayikên Şemiyê re bin."