'Du zarokên li Silopiyayê bi polîtîkaya AKP/Qesrê hatin kuştin'

Bîrlîk ji ANF'ê re axivî û got, di bûyeran de dema kiryar hêzên dewletê bin, bi rengekî rêk û pêk ceza nayê birîn.

Der barê kuştina zarokên bi navê Mûhammed û Fûrkan Yildirim de, ku li Silopiyayê li hundirê mala xwe ji aliyê panzera polîsan ve hatin kuştin, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk ji ANF'ê re axivî.

Bîrlîk di destpêka axaftina xwe de bibîr xist, ku di bûyeran de gava kiryar hêzên dewletê bin bi rengekî rêk û pêk ceza nayê birîn û destnîşan kir, baweriya kesî bi dadgeriyê nema ye. Bîrlîk diyar kir, di gelek dosyayan de cezayekî di asta xelatê de tê birîn û got, "Em baş pê dizanin, ku heta niha biryarên xîtabî mirovahiyê, wijdanê mirovan û hiqûqê bikin, nehatiye dayîn."

'ÇI KARÊ WÊ WESAYÎTA ZIRXÎ LI SILOPIYAYÊ HEYE?'

Bîrlîk anî ziman, ku medya navendî kuştina birayên hev Mûhammed û Fûrkan weke qeza yan jî qederê nîşan dan û destnîşan kir, ku ev bûyer qeza û qeder nîne. Bîrlîk nerazîbûn nîşan da û got, "Çi karê wê wesayîta zirxî li Silopiyayê heye? Gelo çawa dikare ev yek weke qederê bê vegotin? Ev bûyera qewimiye, gelo ji desthilatdariya ku biryara şer daye û ew wesayîta bi tîpa akrep şandiye Silopiyayê dikare cuda bê nirxandin? Em ji Nîhat Kazan, ji Şehmûz Ûgûr baş dizanin ku ev ne qeza ye û ne qeder e. Eger tu rabe polîtîkaya şer bimeşîne û bêje 'zarok jî be, jin jî be ya pêwîst çi be wê were kirin', wê encam jî ev be. Kuştina Sila ya berî çend rojan li Gazî, gelo ne înfaz bû? Kuştina Şehmûz Ûgûr li navenda bajarê Şirnexê, li naverastê ne înfaz bû? Di demeke ku şer tinebû de Şehmûz li pêş çavên gelê Şirnexê înfaz kirin. Çi dadgerî, çi siyasetmedaran, der barê vê mijarê de tiştek kirin, gelo daxuyaniyek dan?"

'EM Ê DEST JI DOZÊ BERNEDIN'

Bîrlîk bal kişand ser fermannameya 'Sê heyv' a Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ji walîtiyan re şand û diyar kir, di wê fermannameyê de ji hêzên ewlekariyê yên dewletê re fermana 'bila dilê we pê neşewite' hatiye dayîn.

Bîrlîk ragihand, desthilatdariya AKP'ê ders ji dîrokê dernexistiye û careke din bibîr xist, bi polîtîkayên şer û ewlekariyê pirsgirêka Kurd çareser nabe.

Bîrlîk anî ziman, hêzên paramîlîter ên di salên 1990'î de li Kurdistanê ji aliyê dewletê ve hatin bikranîn, niha jî li ser kar in û destnîşan kir, ku HDP wê ti carî dest ji têkoşîna edalet, demokrasî û azadiyê bernede. Bîrlîk got, "Ji Silopiyayê heta soza Şehmûz Ûgûr, em ê dest ji dozên ku kiryarên wan hêzên ewlekariyê û hêzên paramîlîter ên dewletê ne, bernedin. Em ê heta dawiyê hesab jê bipirsin."