Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Du berxwedêrên şerê Kobanê: Ocalan Amara û Kandîl Yilmaz

Şervanên YPG'ê Ocalan Amara û Kandîl Yilmaz, ku tevlî berxwedana Kobanê bûn, qala wê berxwedana bi heybet kirin.

Berxwedana Kobanê bi fedakariya mirovan bi ser ket. Şerê ku di Îlona 2014'an de dest pê kir û di 26'ê Çileya 2015'an de bi ser ket, di hemand emê de çîroka rê û rêbaza serketinê ye. Faktora vê serketinê ne balafir bû, ne tank bû, ne jî top bû. Mirov bi xwe bû. Piraniya van mirovan canê xwe dan û xwe di dilê gelê Kurd û tevahiya gelên cîhanê de neqişandin. Yên mayî jî, bi bedena xwe ya nîvco, xebatên xwe yên ji bo şoreşê didomînin. Ocalan Amara û Kandîl Yilmaz jî du ji van e. Her du jî ji zarokên Kobanê ne.

Ocalan Amara di sala 1994'an de li gundê Xizinê yê Kobanê di nava malbateke qelebalix û xizan de ji dayik bû. Malbata wî ya welatparêz, ji ber pirsgirêkên xwe yên aboriyê, ancax du salan karîbû Amara bişîne dibistanê. Xalekî Amara jî di sala 2009'an de li Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Malbat, ji ber pirsgirêkên aboriyê li gundekî nêzî Reqayê bi cih bû û li nava zeviyan dest bi kar kir. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê Reqa dagir kirin, malbat ji nû ve li Kobanê vegeriya.

Ocalan Amara kengî ji Reqayê vedigere Kobanê, yekser tevlî nava refên YPG'ê dibe.

Bi gotina, "Dema li Reqayê bûm, min baş dît û fêhm kir ku divê Kurd neçarî dîtina zilmê nebin" qala wan rojan dike. Amara perwerdeya xwe ya şervanên nû li Kobanê diqedîne.

Amara li Girê Spî û Sirînê tevlî şe dibe û piştî dibe şervanekî xwedî tecrûbe, li eniyên ku gefê li Kobanê dixwin, li dijî çeteyên DAIŞ'ê û El Nûsra şer dike.

Amara qala wan rojan dike: "Piştî perwerdeya şervanên nû, min cihê xwe li eniyên şer girt. Hemû çeteyên li vê erdnîgariyê dixwestin Kobanê bi dest bixin. Ji bo vê armanca xwe jî Girê Spî û Sirînê weke du navendên girîng bi kar danîn û êrîş dikirin. Çeteyên DAIŞ'ê ji bo vê daxwaza xwe bi cih bîne ket nava liv û tevgerê û tenê armanceke xwe hebû. Digotin, ew dixwazin di roja destpêkê ya cejnê de li Kobanê bin. Ji bo vê jî ketin nava liv û tevgerê û êrîşî Kobanê kirin. Ez di şer de birîndar bûm û heta 25'ê Mijdarê li beşê rojhilat ê bajêr di nava çeperên parastinê de bûm. Bi qasî du mehan di çeperan de mam. Piştre ji ber parçeyekî şarapnelê yê topekê, ji lingê xwe birîndar bûm. Di vê topbaranê de hevalekî min ê ku em di perwerdeya şervanên nû de bi hev re bûn, şehîd bû.

Derbasî Bakurê Kurdistanê bûm û tedawî bûm. Piştî mehekê vegeriyam. Min careke din di çeperan de cihê xwe girt. Dema ez vegeriyam Kobanê, însiyatîf ketibû destê hevalan û ez bi vê gelekî kêfxweş bûm. Li navenda Kobanê me êdî li dijî çeteyan dest bi pêngavên êrîşê kirin. Ez li eniya Kaniya Kurdan bûm. Piştî ku navenda Kobanê ji çeteyan hat paqijkirin, em nesekinînin û me dest bi pêngavên rizgarkirina gundan kirin. Min cihê xwe di nava van pêngavan de girt û li eniya başûr tevlî şer bûm. Li vê derê febrîqeyeke çîmento ya mezin hebû, ku Fransiyan zûdeyî çêkiribûn. Di pêngava meha Adarê ya ji bo kontrolkirina febrîqeyê de, fîşekek hat dîsa li lingê min ket. Neçar mam careke din derbasî Bakurê Kurdistanê bibim û çar mehan li vir tedawî bûm."

MALBAT QET JI SER SÎNOR NEÇÛ

Ocalan Amara dema di nava berxwedana Kobanê de bû, malbata wî qet ji ser sînor neçû û her tim li aliyê Rojava yê sînor ma.

Amara, kesên ku digotin "Wê Kobanê di nava sê rojan de bikeve" bibîr xist û got, "Piştî çend mehan wan kesan bi gotina 'em bi xwe têk çûn' li xwe mikur hatin. Ya ku ev yek kir, berxwedan bû. Hevrêyên jin bûn, ku xwe kirin bombe û di nava dijmin de teqandin. Hevalan Arîn bû, hêza jinên Kurd bû.

Di destpêkê de ji bo rizgarkirina girê Kaniya Kurdan, piştre Miştenûr, dûre jî ji bo rizgarkirina gundan me dest bi pêngavan kirin. Tevahiya cîhanê dizanîbû ku yê li Kobanê bi ser bikeve, Kurd in. Tenê dewleta Tirk nedixwest vê qebûl bike."

ŞERVANEKÎ KU ÇEPER BI ÇEPER KOBANÊ PARAST

Berxwedêrekî din ê Kobanê Hawar Ahmed Îbrahîm bi nasnav Kandîl Yilmaz e. Yilmaz ji gundê Şêx Kamer ê ser bi navenda Kobanê ye. Du xwişk û 2 birayên wî hene. Xwişkek wî di nava refên YPJ'ê de cih digire.

Yilmaz 5 salan çûye dibistanê. Bavê jî di dema berxwedanê de xizmet ji şoreşê re kir. Li saziya lojîstîkê, li pişt çeperan, ji bo bersivê bide pêdiviyan dixebite.

Yilmaz ji ber guleya li serî ketî, nîvî felç e. Lewma nikare xweş baxive. Di dema berxwedana Kobanê de li hemû çeperên bajêr bi xurtî li ber xwe da û ji bo rizgarkirina Kobanê bû kedî kedeke mezin. Yilmaz got, "Bi şervanan re tenê çeka kalaşnîkovê hebû. Çeka herî giran a di destê me de doçka 57 bû. Ew jî min bi kar danî."

Yilmaz anî ziman, ew piştre tevlî pêngavên ji bo rizgarkirina gundan jî bû û ji ber guleya doçka ya gelekî jê hez dikir di lûleyê de teqiya, birîndar bû.

Yilmaz piştî tedawiyê careke din vegeriya Rojava û ji bo pirsa "şerekî çawa bû?" ev bersiv da: "Baş bû". Ji bo pirsa "Ya tu şehîd ketibûya?" dibêje, "Ne xem e".

Hem Ocalan Amara, hem jî Kandîl Yilmaz li "Mala Birîndaran" dimînin, ku şervanên birîndar hem li vir tên dermankirin, hem jî bêhnê vedidin. Yilmaz ku nikare di nava şerê germ de cih bigire, şerê li hemû eniyan ji nêz ve dişopîne û di her serketinê de ken li rûyê wî geş dibe.