DTK û DBP çûn serdana Dêrsimê

DTK û DBP ku piştgirî dane Bernameya Têkoşîna Demokrasiyê ya HDP’ê, çûn serdana saziyên li Dêrsimê.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) bi mebesta piştgirîdayîna Bernameya Têkoşîna Demokratîk ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) bernameyek ya 13 rojî ji bo 8 bajaran amade kirine ku yekemîn serdana xwe li Dêrsimê pêk anîn. Heyetên partiyê serdana rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, sendîkayan û odeyên pîşeyî kirin.

Hevserokê DTK’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Alîkarê Hevserokê Giştî yê ji Rêxistina HDP Berpirsiyar e Alîcan Onlu, parlementera Amedê Semra Guzel û heyeta Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Dêrsimê destpêkê çûn serdana Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dersimê.

PEYAMÊN YEKÎTIYÊ

Heyet piştre çû serdana Baroya Dêrsimê, Kooperatîfa Kefalet û Krediyê ya Sendîka û Esnafên Dêrsimê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Saziya Mafên Mirovan (ÎHD), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Sosyalîst ya Bindestan (ESP), Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) û Saziya Demokratîk ya Elewiyan (DAD).

Di hevdîtinan de peyamên “Ji bo demokrasiyê yekîtî” û “tora têkoşîna hevbeş” hate dayîn.

Piştî serdanan heyet ji bo lêkolînên derbarê çavkaniyên Mûnzûrê derbasî navçeya Pilûrê bû.