Dr. Rifed: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê pêwîstî bi serhildaneke girseyî heye

Hîndekarê Zanîngeha Hewlêrê Dr. Raid Rifed li ser hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê axivî û got, "Ne tenê li dijî dagirkeriya leşkerî ya dewleta Tirk, her wiha li dijî dagirkeriya çandî jî pêwîstî bi serhildaneke girseyî heye."

Mamosteyê Zanîngeha Hewlêrê Doktor Raid Rifed bal kişand ser rewş û metirsiya êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê û anî ziman ku ji bo pêşî li dagirkeriyê bê girtin, divê plan û bernameyek bê danîn, her wiha li qadên dîplomasî di asta navneteweyî de kar bê kirin.

'NÊZÎ 40-50 BAREGEHÊN STRATEJÎK HATINE ÇÊKIRIN'

Dr. Rifed qala baregehên nû yên dewleta Tirk li Herêma Başûrê Kurdistanê kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker nêzî 40-50 baregehên leşkerî yên stratejî li Başûrê Kurdistanê çêkiriye. Bê ku erêkirina hêz û desthilata herêmê ev hatiye kirin, heta desthilat jî bûye beşek ji vê yekê."

'BERÎ ÊRÎŞAN BI ÇAND Û HUNERÊ HERÊM DAGIR KIRIYE, AQILÊ CIWANAN DAGIR KIRIYE'

Mamosteyê Zanîngeha Hewlêrê Doktor Raid Rifed destnîşan kir ku divê li ber êrîşên dagirkeriyê ya Tirk helwestek cidî bê nîşandan û got: "Helwesek cidî divê hebe ku bikare pêşiya vê sewqkirina hêza zêde ya herêmê bê girtin. Berî ku artêşa Tirk a dagiker Başûrê Kurdistanê dagir bike, bi çand, bi rêya huner û wêjeyê kariye rêjeyek zêde aqilê ciwanên Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo bibin xwedî helwest berî her tiştî divê pilan û bernameyek bê danîn. Piştre bi reng û rêbazên girseyî bikare li ber rabe û helwesta xwe nîşan bide. Dîsa dikarin xebatên dîplomasî di asta navneteweyî de bikar bînin."

'XEBATÊN DÎPLOMASÎ Û NAVNETEWEYÎ BÊ BIKARANÎN'

Têkildarî çareseriyê jî Dr. Rifed axivî û ev anî ziman: "Çareseriya herî baş a ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê ew e ku divê bi rêya sefaretxaneyên ne tenê li herêma Kurdistanê û derve jî zextê lê bikin ku bikare zextê li dewleta Tirk bike û pêşiya êrîşên dagirkeriyê bîne."

'HINCETÊN TIRKIYE ÊN ÊRÎŞAN NE RAST E, DIJ QANÛNAN E'

Li ser hincetên dewleta Tirk a dagirker ku êrîşî ser Başûr û Rojava jî Dr. Rifed ev tişt got: "Hincetên Tirkiye ku êrîşî Başûr, Rojava û heta Rojhilatê Kurdistanê dike dûr in ji rastiyê. Ev tevgera artêşa Tirk li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Tirkiye bi hinceta ku ewlekariya xwe biparêze, êrîş dike dervey sînorê xwe; ev nayê qebûlkirin.”

'LI BER ÊRÎŞÊN ÇANDÎ Û HUNERÎ YÊN DERVE XEMSARÎ HEYE'

Mamosteyê Zanîngeha Hewlêrê Doktor Raid Rifed li ser xemsarî û bêhelwestiya rewşnebîr û wezareta rewşenbîrî û dîsa saziyên hunerî yên Herêma Başûrê Kurdistanê jî destnîşan kir ku li ber êrîşên çandî û filmên Tirkî ya bandorê li ser jiyana civakê dike jî ev nirxandin kir: "Xemsarî û nêzîkatiyek sist di nava rewşenbîran de ku li ser êrîşên çandî û hunerî yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê heye. Heta niha nekarîne çand û hunera xelkê Başûrê Kurdistanê biparêzin ku nekeve bin bandora çand û hunera Farisî û Erebî. Divê bi semîner, pirtûk, civîn û serdanên cuda cuda xelkê xwe bixin ferqa vê yekê, çanda xwe pêş bixe û ji bin bandora çandên derve derxe."