Dr. Osman: Tecrîda li Îmraliyê ne rewa ye!

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman ji bo 9’ê Cotmehê Komploya Navneteweyî ya dikeve sala 21’an nirxandin kir û got: “Tecrîda li Îmraliyê ya li hember Ocalan tê kirin ne rewa ye. Divê xebatên ji bo kampanyaya ji Ocalan re azadî hê zêdtir bê xurtkirin.”

Dr. Osman, bal kişand ser rola Ocalan a ji bo pirsa Kurd û got: “Her wiha divê neyê jibîrkirin ku di vir de rola herî sereke ya Ocalan e. Ocalan kir ku gel kom bibe û xebatê ji bo doza Kurd bike. Ocalan ne tenê li Bakur, belkû li Başûr, Rojhilat û Rojava ji bo gel rabe kar kir û kesayetiyeke netewî ye.”

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman ji bo 20’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û naskirina wî nirxandinên balkêş ji ANF’ê re kir.

‘OCALAN KESEKÎ TÊKOŞER BÛ’

Dr. Osman di destpêka axaftinên xwe de bal kişand ser naskirina xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got: “Hevaltî û dostîbûna me ji salên 70,80’ê ya dema li Sûriyeyê bû. Dema Ocalan li Sûriye çend caran me hevdu dîtibû. Têkiliyên me yên hevaltî û dostanî xurt bûn. Ocalan kesekî têkoşer û bi xebata ku dikir dikarî pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê çareser bike. Heta wê demê kesê nedizanî pirsa Kurd heye an ne? bi saya Ocalan ev yek pêk hat.”

 ‘OCALAN KESAYETEKÎ NETEWÎ YE’

Dr.Mehmûd Osman bal kişand ser nêzîkatiya hikûmeta Tirk a ji bo çareseriya pirsa Kurd û ev nirxandin kir: “Hemû hikûmetên li Tirkiyeyê hatine avakirin bawerî bi hebûna Kurdan neanîne, her kesê ku ji bo Kurdîniyê xebatê bike weke terorîst binav dikin, şerê wan dike. Dema rewşek wisa bû pir asayiye ku gelek ji bo hebûna xwe, nasname û çanda xwe li dijî hikûmeta ku tine dihesibîne şer bike, têkoşîn bike. Di vir de rola PKK’ê pir mezin e. PKK ji hemû partî û tevgerên din ên li ser navê Kurdan têkoşîn kirine, cuda ye, xwedî roleke mezin û sereke ye. Her wiha divê neyê jibîrkirin ku di vir de rola herî sereke ya Ocalan e. Ocalan kir ku gel kom bike û xebat ji bo doza Kurd bike. Ocalan ne tenê li Bakur, belkû li Başûr, Rojhilat û Rojava ji bo gel rabe kar kir û kesayetiyeke netewî ye.”

‘DYA DI ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN DE HEVKARIYA TIRKIYE DIKE’

Siyasetmedarê Kurd Dr. Osman îşaret bi hevkariya Amerîka ya ji bo Tirkiye ya şerê li dijî Kurdan û wiha pêde çû: “Tirkiye ji ber ku endamê NATO’yê ye, bi vê hewlê Amerîka hevkariya Tirkiye dike ya ji bo şerê li dijî Kurdan. Hevkariya wan îro jî dom dike. Li ser hevkariya Amerîka ya ji bo welatekê, dewletên Ewropa jî piştgiriya wan dikin. Çareseriya pirsa Kurd li nava bernameya DYA û welatên Ewropa nîne. Kurdan weke neteweyek nabînin û napejirînin.”

 ‘OCALAN BÊ SÛC TÊ RAGIRTIN’

Dr. Osman têkildarî salvegera 20’an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî ev nirxandin kir: “Ev 20 sal in Ocalan bê ku sûcekî wî hebe li Girava Îmralî di nava tecrîdê de tê ragirtin. Yekan e sûcê wî parastina gelê xwe ye. Bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember komplo û tecrîdê bêmafî ye û ne hiqûqî ye. Bi vê yekê re diyar dibe ku welatên Ewropa piştgiriya terorîzma Tirkiyeyê dike. “

‘KURD JI BO HEBÛNA XWE ŞER DIKIN’

Dr. Osman destnîşan kir ku Kurd weke terorîst tên binavkirin û pirsa bê çima Kurd terorîstin kir û got: “Kurd li dijî êrîşên dewleta Tirk mafê xwe diparêzin. Ji bo xwîn nerije Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê daxwaza aştiyê dike. Heta ji bo vê jî bi dehan car Ocalan agirbesta yek alî jî da. Lê mixabin Tirkiye ti carî guh nedane van bangan. Ocalan di pêvajoya hevdîtinên çareserkirina pirsa Kurd de diyar kiribû ku eger dewlet bixwaze dikare nava 6 mehan de pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane çareser bike, lê dewlet guh neda vê. Her roj êrîş dike û gefan li Qendîl û Şengalê dixwe. Li her derê li dijî Kurdan şer dike.

‘KAMPANYAYA JI BO AZADIYA OCALAN DIVÊ DI QADA NAVNETEWEYÎ DE HÊ XURTIR BIBE’

Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman herî dawî banga xurtkirina Kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî kir’ û ev tişt got: “Divê kampanyaya ji Ocalan re azadî di qada navneteweyî de hê xurtir bibe ku azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were. Divê Tirkiye jî vê bizen ku Ocalan dikare pirsgirêka Kurd çareser bike. Eger jî aştî naxwaze dikare li demboriya şerê 40 salî ya li gel PKK’ê binêre bê ka çi encam girtiye.