Dr. Kemal: Demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bandorê li herêmê bike

Nûnerê PYD'ê yê li Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal anî ziman ku piştî hilbijartinên 14'ê Gulanê eger Tirkiye bikeve ser rêya demokratîkbûnê, wê ev yek bandorê li welatên herêmê û Kurdên li parçeyên din jî bike.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê li Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal li ser bandor û encama hilbijartina 14’ê Gulanê ya li Tirkiye ya li ser Rojava, dîsa hevdîtinên Îran, Moskova û vegera Sûriye ya li Komkara Ereb û çareseriya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re nirxand.

Dr. Kemal ewilê bal kişand ser hilbijartina 14’ê Gulanê û got: “Hilbijartina ku bibe hilbijartineke dîrokî ye. Em bi hêvî ne ku guhertin di nava Tirkiyeyê de çêbibe, ber bi demokrasiyê ve biçe. Sîstema niha bi serkêşiya Erdotan li Tirkiyeyê heye, sîstemeke ya dîktatoriyê ye ji bo gelên Tirkiye û ziyanek mezin dide Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê. Bi taybet ziyaneke mezin dide Rojavayê Kurdistanê û di encama êrîşan de herêmên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hatine dagirkirin. Ev desthilat rê nade ku proseyeke siyasi ya çareseriyê li Sûriyeyê pêş bikeve. Erdogan di pêvaoya krîza Sûriyeyê de tim bi roleke negatîf û dîsa piştevaniya hêzên terorîst dikir. Em bi hêvîne ku guherînên mezin ên li ser esasê demokrasiyê çêbibe û têkiliyên cîrantî pêş bikevin. Hêzên ku xaka Rojavayê Kurdistanê dagirkirine, vekişin.

‘BI SERKETINA LI HILBIJARTINÊ WÊ RÊYA DIYALOGÊ Û GOTUBÊJÊ LI SÛRIYE BI PÊŞ BIXÎNE’

Nûnerê PYD’ê diyar kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê Kurd ber bi demokrasiyê gav davêje û wiha domand: “Dixwazin bi gelên din re biratiya gelan û netewan pêk bînin, di çarçoveya siyaseta netewa demokratîk de ew welat xwe birêve bibin. Eger ku hêzên muxalîf bi ser bikevin, ji daxuyaniyên tên dayîn û tifaqên çêbûne wê gavên ji bo demokratîkbûn û çareserkirina krîzên heyî gav bên avêtin. Her wiha li Sûriyeyê jî bê bandor bike ku rêyên diyalog û guftugoyê pêş bikevin û hêzên xwe ji herêmê derxînin.”

‘EV HEVDÎTIN JI BO HILBIJARTINÊ YE, SERKETINEKÊ BIDE NÎŞANDAN’

Dr. Cawîdan Kemal bal kişand ser hevdîtinên Tirkiye ya li gel Şamê ya di vê demê de û ev nirxandin kir: “Erdogan ji bo berjewendiyên xwe biparêze destpêka krîzên Sûriyeyê li gel wê yekê bû ku ev rejîm hilweşe. Xaka Rojavayê Kurdistanê dagir bike, Mîsaqî Millî zindî bike. em dibînin dema dawî zimanê wî yê nîqaşê li gel Sûriye hatiye guherîn. Hem wextî destpêka krîzê vê carê jî dixwaze li gorî heman berjewendiyên xwe ketiye nava liv û tevgerê. Mijar dîsa jî hilbijartinên li Tirkiyeyê ye. Dixwaze destkeftiyeke siyasî ji xwe re bistîne. Di vê çarçoveyê de dixwaze zû encam ji vê bigire û wisa dixwaze xwe nêzîkî rejîma Sûriye bike. Ji bo wê dixwaze berî hilbijartinê bide nîşandan ku bi rejîma Esed re li hev kirine. Mijara penaberên Sûriya li Tirkiyeyê hene yek ji rojevên esasî ya muxalefta Tirkiyeyê ye. Ev hevdîtinên wisa lezûbez nagihêjin encamê. Ji ber ku ev civîn ne ser esasê berjewendiyên gelên Sûriyeyê ye, li ser esasê berjewendiyên wan hêzên ku li hev dicivine. Ev bi serê xwe şaştiye. Hinek ji wan bi xwe sedemê vê krîzêne yek ji wan jî Erdogan e. Eger ku heta niha lihevkirinek nebûbe, xaleke esasî ya rejîma Esad ew e ku vekişîna hêzên Tırkiye ya li ser axa Sûriyeyê ye.”

‘DIVÊ HEWLDAN HEMÛ EW BE KU REJÎM GAVÊN SIYASÎ BAVÊJE Û BERJEWENDIYÊN GELÊ SÛRIYE ESAS BIGIRE’

Nûnerê PYD’ê yê li Başûrê Kurdisanê Dr. Kemal qala rêze hevdîtinên ji bo çareseriyê jî kir û wiha pêde çû: “Ji ber ku krîza Sûriye pir dirêj kir, xelkê Sûriye ji vê zerermend bûn. Sîstema navneteweyî jî nekarî ji vê re çareseriyek peyda bike. Ji bo vê hinek hêz ji aliyê xwe ve ketine nava hewla diyalogê, peywendî çêbikin, hem jî berjewendiyên xwe biparêzin. Armancên van hevdîtinan hemû ev e. Îran jî yek ji van hêzane ku di aloziyên Sûriyeyê de cih girtiye û beşek ji wê ye. Rola wê heye û piştevaniya Esed dike. Her tifaqa ku çêdibin divê li ser esasê wê be ku rejîm gavên siyasî bavêjin. Lihevkirineke siyasî li hundirê Sûriye pêk bê. Ji xwe biryarek navneteweyî ya 2254 ya Meclîsa Ewlehiyê heye ku krîza Sûriye di çarçoveya vê biryarê de bê çareserkirin û gavên siyasî bên avêtin. Em jî vê dibêjin her îtifaqa ku bi rejîmê re bê çêkirin, divê hemû gelên Sûriyeyê berçav bê girtin û nabe bê gotin ku hevdîtin hatin kirin û rejîm weke berê tevger bike. Em dixwazin krîzên Sûriye bê çareserkirin û vegere nava qada navneteweyî. Lê divê li ser esasê gelên Sûriye çi dixwazin, ji bo sîstema Sûriye ya pêşerojê. Sîstemek bê avakirin demokrasî be, ne navendî be, mafê gelan paristî be; bi taybet mafê gelê Kurd jî paristî be. Sîstemek welê be ku yeksaniya jin mêr hebe, ekolojîperest be. Hemû netew pêkve gav ji bo avakirina Sûriyeke nû kar bikin.”

‘ESASNEGIRTINA EZMÛNA RÊVEBERIYA XWESER A LI ROJAVA NE MIMKÛNE ÇARESERÎ PÊKAN BE’

Dr. Kemal qala projeya çareseriya ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê kir û got: “Em li gel wê ne ku Sûriye bi rola xwe rabe û bikeve nav qada navneteweyî lê bi vî rengî na. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berî demekê projeyek ya çareserî û diyalogê pêşkêş kir. Em bi wê projeyê re ne, bi wê projeyê em dixwazin hem sîstema Sûriye vegere nav qada navneteweyî û hem jî rejîm bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dest bi gotûbêjê bike. Di wê projeyê de bangê me ji bo qada navneteweyî û dîsa komkara Erebî hebûn ku zextekê li rejîma Esed bikin ku hemû aliyên ku roleke wan ên pozîtîf hene, ew jî esas bên girtin. Ne mimkûne ku ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi sîstema xwe hemû pêkhate bi hev re dijîn û dîsa hêza QSD’ê ku serketinek mezin bidest xistiye, li ber çav negirî encamek baş jê bistînî. Em ji wan hêzên ku li gel rejîma Esad diçin, divê berjewendiyên gelên Sûriye esas bigirin. Ezmûnek serketî ya jiyanê li Bakur û Rojhilatê Sûriye heye, nabe ku di projeya pêjeroja Sûriyeyê de bê paşguhxistin.

‘PROJEYA ME ÇARESERIYA KRÎZÊN SÛRIYEYÊ YE Û VEGERA WÊ YA LI QADA NAVNETEWEYÎ YE’

Em tim bûne alîgirê hevdîtinê, berê jî hevdîtin pêk hatine. Divê krîza Sûriye bi guftûgoyê çareser bibin. Hemû aliyên rola wan li Sûriyeyê heye, aliyên ku xwedî proje ne, projeyek bi rastî ji bo berjewendiyên Sûriyeyê bin bi hev re rûnin û pêşeroja Sûriyeyê diyar bikin. Berê jî gelek car hevdîtin bûn, lê heta vê gavê rejîm li ser hişmendiya ku vegere berî krîzên Sûriye. Bawerî nade bi ti guherînên demokrasiyê. Ev şaştiyeke mezin e. Ev proje ji bo hemû aliyên ku dixwazin çareseriyê ji krîzên Sûriyeyê re bibîne ya herî baş e. Em dîsa bang dikin ku deriyê me ji nîqaşê re vekiriye. Deriyê me vekiriye ji bo hemû pêşketineke ya projeyek siyasî ya li herêmê. Em amadene van gavan hemû bavêjin. Tevî vê jî heta niha hişmendiya rejîmê neguheriye, van pêşketinan qebûl nake. Eger rejîm xwe neguhere wê nikaribe bikeve qada siyasî û ne jî bikare çareseriyê peyda bike.