Dr. Berwarî: Divê ders ji Helebçeyê bê wergirtin

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir, divê gelê Kurdistanê dersê ji Helebçe, Enfal û Şengalê werbigire, naxwe wê komkujî dewam bikin û got, "Kî bi destê dijmin bigire ew şirîkê komkujiyan e."

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku piştî Helebçeyê jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn û got, ji ber ku Kurdistan mêtingeh e, qada navneteweyî bêdeng maye.

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Dr. Kamûran Berwarî bi wesîleya salvegera 34'an a Komkujiya Helebçeyê ji ANF'ê re axivî.

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman, ev komkujiya ku di şexsê Kurdan de li dijî mirovahiyê hatiye kirin divê ti carî neyê jibîrkirin, ne tenê di asta kîmyewî de bê nirxandin û got, "Dîroka komkujiyan gelekî kevn e. Wê demê çekên kîmyewî-biyolojîk tune bûn, lê belê bi rê û rêbazên cuda komkujî kirin. Hedefa êrişan jî ne tenê gelê Kurd bû. Li dijî Asûrî, Suryanî, Ermeniyan jî gelek caran komkujî hatin kirin."

'BI SAXÎ ŞEWITANDIN'

Dr. Berwarî komkujiya ku dewleta Tirk di salên 1960'î de li Gundê Sor ê Duhokê kir, Komkujiya Sînemaya Amûdê û komkujiyên ji salên 1970'î û vir ve li dijî gelê Kurd hatin kirin bi bîr xist û got, "Di komkujiyan de çekên kîmyewî, biyolojîk jî di nav de her cûre çek hatin bikaranîn. Kurd bi saxî hatin şewitandin. Dewleta Iraqê ne tenê li Helebçeyê, beriya wê li Silêmaniye û Hewlêrê, li Balîsan, Germiyan, Behdînan û gelek herêmên din, ji Zaxoyê heta Kelaşînê cih nema ku çekên kîmyewî lê bi kar neanî. Helebçe bajarekî mezin bû; 5 hezar mirov lê hatin qetilkirin, zêdeyî 12 hezar kes jî birîndar bûn. Eger mirov komkujiyên li Başûrê Kurdistanê binirxînin hingî hejmara yên hatin qetilkirin ji yên li Helebçeyê hatin qetilkirin ne kêmtir e."

'JI BER KU KURDISTAN MÊTINGEH E, QADA NAVNETEWEYÎ BÊDENG MA'

Dr. Kamûran Berwarî anî ziman ku piştî Komkujiya Helebçeyê ji bo jiyan li Kurdistanê nemîne û mirov koç bikin, kanî û çavkaniyên avê hatin xerakirin, dar û bexçe hatin şewitandin, bi dozeran gund hatin xerakirin, cihê ku 'Şoreşa Kurdistanê' lê hate kirin weke herêma qedexe hate ragihandin û wiha dewam kir, "Li hemberî êrişên li ser Kurd û Kurdistanê, li hemberî bikaranîna çekên qedexekirî li dijî Kurdan, raya giştî çima her tim bêdeng dimîne. Sedema ku diyar e, ji ber ku Kurdistan di asta navneteweyî de mêtingeh e. Kurdistan ne tenê ji aliyê Tirk, Ereb û Farsan ve hatiye dagirkirin û parçekirin. Para dewletên navneteweyî jî di vê dagirkerî û parvekirinê de heye. Kurd bûn qurbanê sê tiştan; Jeopolîtîk, mîrateya ser û binê erdê û dîroka dewlemend."

'BÊDENG DIMÎNIN JI BER KU HEVKAR IN'

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku ji sala 1988'an û pê ve jî li tevahiya Kurdistanê çekên kîmyewî hatin bikaranîn û got, "Ji sala 2011'an û pê ve li Rojava, 31 sal in jî li Başûrê Kurdistanê timî bombardûman tê kirin, agir tê barandin. Kurdistan di bin bombardûmana dewleta Tirk, Iraq û Îranê de ye. Xelkê herêmê heta niha rehetî nedîtiye. Hin hêzên herêmî û navneteweyî ji bo li Kurdistanê gerîla û şervan nemîne sala 2021'ê biryar dan ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi temamî tasfiye bikin. Ji bo vê jî 350 carî çekên qedexekirî yên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê li dijî gel û gerîla bi kar anîn. Di nava 6 mehan de 323 caran êrişên kîmyewî hatin kirin. Cîhan diviyabû li ber vê yekê rabûya, lê belê hêzên navneteweyî bêdeng man. Ev yek jî nîşan dide ku komkujî bi destê wan, bi destûra wan û çekên wan tê kirin. Eger ne bi vî rengî bûya hingî raya giştî ya navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî, Emerîka, Rûsya, Yekîtiya Ewropa, Yekîtiya Ereb û Çîn wê çima bêdeng biman? Hemû jî dixwazin ku gelê Kurd bêparastin bimîne. Hêzên herêmî û navneteweyî zanin ku yên Kurdistanê diparêzin şervanên Kurd in. Bêguman eger gerîla, şervan û pêşmerge nebin wê ev gel bibe nêçira gurên ku Kurdistan dagir kirine."

'LIHEVKIRINEKE NAVNETEWEYÎ HEYE'

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir ku piştî Başûrê Kurdistanê tê xwestin destketiyên li Rojava, Bakurê Kurdistanê û Şengalê bêne tunekirin û got, "Êrişên li ser çand û zimanê Kurd, guhertina demografiyê, bêdengiya li pêşberî îmhakirina berjewendiyên neteweyî yên Kurdistanê, xemsariya li hemberî vê yekê nîşan didin ku lihevkirineke navneteweyî heye. Dixwazin destketiyên neteweyî yên Kurdan tune bikin. Berpirsyarî, rêxistinî, fikir û felsefeya gelê Kurd, hebûna sîstema Konfederal a Demokratîk û xeta sêyemîn a Kurdan pêşî li vê planê digire."

'DIVÊ WERE ZANÎN KU DIJMIN YEK E'

Dr. Kamûran Berwarî destnîşan kir ku pêkhateyên li çar aliyên Kurdistanê divê zanibin ku dijminê wan yek e û got, "Eger em ji Helebçe, Enfal, Komkujiya Şengalê dersê wernegirin bêguman dawiya gelê Kurd wê mîna ya li Helebçe û Şengalê be. Kî bikeve hembêza dagirkerên li Kurdistanê û bi wan re tevbigere, wê berpirsyar û şirîkê komkujiyên Helebçe û Enfalê bin. Kî destê xwe dirêjî dijmin bike û li ber rizgariya Kurdistanê rabe bêguman wê ji Helebçeyê û bûyerên ji niha û pê ve biqewimin berpirsyar be. Kurd ji bo pêşî li komkujiyên nû bigire divê yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin."