Dozgeriya Tirk xwest 6 sal ceza li rojnamevan Boltan bê birîn

Dozgeriya Tirk xwest, Berdevkê Însiyatîfa Rojnamevanên Azad Hakki Boltan bi 6 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Ji ber daxuyaniya li ser Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li Cizîrê li jêrzemînê avahiyekê hate şewitandin, li dijî Hakki Boltan doz hatibû vekirin. Doz bi îdîaya "Heqareta li Serokkomar" û "Heqareta li Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû" doz li Boltan hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 12'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye pêk hat. Boltan tevlî dozê nebû, parêzerê wî Resûl Tamûr li rûniştina dozê amade bû.

Dozger xwest ku 6 sal cezayê girtîgehê li Boltan bê birîn.

Parêzer Tamûr ji bo parastinê xwest demek bê dayin, dadgehê jî ji bo vê yekê rûniştin ji 29'ê Hezîranê re hişt.