Dozgeriya Tirk dixwaze 35 sal cezayê girtîgehê li Berdevka TJA'yê bê birîn

Dozgeriya Tirk xwest, Berdevka Demkî ya TJA'yê Ayşe Gokkan bi 35 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin.

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi îdiaya “rêvebera rêxistinê ye”, “endama rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” girtî tê darizandin. Danişîna 21’emîn a doza Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin.

Bi îdiaya ku Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) xera bûye Gokkan beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Gokkan Berfîn Gokkan, Ozum Vûrgûn û Gozde Engîn li ewyana danişînê amade bûn. Parlamentêrên HDP’ê Remziye Tosûn, Semra Guzel, aktîvîstên TJA’yê, endamên Komeleya Jinan a Rosayê û xizmên Gokkan xwestin danişînê bişopînin lê bi hêceta “pandemiyê” destûra wan nehat dayîn.

Dadgehê ji bilî du xizmên Gokkan nehişt beşdarên din bikevin eywana danişînê.

Meqamê îdiayê ango dozger di danişînê de derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir. Dozger ji ber xebatên KCD’ê, beşdariya çalakî û şahiyan, beyanên şahidên veşarî, endamtiya Komeleya Rosa û berpirsiyariya wê ya di nav TJA’yê de îdia kir ku Gokkan sûc kiriye. Dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” du car û “propagandaya rêxistinê” ji 16 salan heta 35 salan cezayê girtîgehê li dijî Gokkan xwest. Her wiha dozger xwest ku Gokkan girtî bimîne.

Parêzerên Gokkan diyar kirin ku miwekîla wan ji hin çalakiyên dosyeyên ku jê tê darizandin beraet bûye û û dozger heman sûcdariyan dike sûc û ceza jê re dixwaze. Parêzeran bi bîr xistin ku miwekîla ji 168 dosyeyan heta niha 600 caran îfade daye û gumana reva wê nîne û xwestin were berdan.

Şandeya dadgehê da zanîn ku tedbîrên kontrola edlî wê ji bo berdanê kêm bimîne, daxwaza berdanê red kir û daxwaza dewama girtinê ya dozger erê kir û danişînê taloqî 13’ê îlonê kir.